Li Mûşê endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê hate binçavkirin

Li Mûşê endama Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Berfîn Yekta, ji aliyê polîsên Tirk hate binçavkirin.

Polîsên Tirk berê sibehê girtin ser gelek malên li navenda Mûşê.

Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Berfîn Yekta li  serdegirtinên gundê Kızılağaçê ku girêdayî navendê ye hate binçavkirin. 

Li gundê Elçilerê jî girtin ser mala endamê Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Marûf Çelîkel, lê belê ji ber ku ne li malê bû nehate binçavkirin.

Polîsên Tirk di dema serdegirtinê de derî û pace şikandin, alavên li nava malê talan kirin.

Ji bo serdegirtin û binçavkirinan tu hincet nehat nîşandan.