Îranê 11 sal cezayê girtîgehê da mamosteyê zimanê Kurdî

Dewleta Îranê 11 sal cezayê girtîgehê da mamosteyê zimanê Kurdî Seywan Îbrahîmî.

Li gorî nûçeya medyaya herêmî ya Îranê, dewleta Îranê li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 11 sal cezayê girtîgehê da Seywan Îbrahîmî yê mamosteyê zimanê Kurdî.

Hat diyarkirin ku dadgeha Îranê bi hinceta sûcên ‘ji bo têkbirina ewlehiyê avakirina rêxistinê’ 10 sal û propagandaya li dijî dewletê’ salekê cezayê girtîgehê daye Seywan Îbrahîmî.

Hat zanîn ku Seywan Îbrahîmî hevjînê mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemmedî ye ku par 5 sal cezayê girtîgehê dabûnê û piştre ji ber efûya giştî hatibû berdan.