Şervana bi heybet: Cûdî Çekdar

Cûdî Çekdar yek ji pêşengên berxwedana Cenga Heftanînê bû. Şervana tîmên li qadê bû. Jêhatî bû, çalak bû. Dilê xwe mezin bû. Şervaneke jin bû; şerekî bi heybet dikir.

Rojeke serma û seqemê bû ku cara yekemîn me dengê wê bihîst. Strana 'Ceng e li Heftanînê' li ser zimanê wê bû. Di dest de erbaneya wê, çi xweş distira. Bi dengê wê Ceng li dilê me dineqişiya wê demê. Ji pêşengên berxwedana Cenga Heftanînê bû. Yek ji şervanên tîmên li qadê bû. Jêhatî bû, çalak bû. Qada ku lê dima yekser nas dikir, di demeke kurt de li dijî dijmin dibû xwedî serwerî. Ji xwe re kiribû mîsyon ku perspektîfa şer a dema nû ya YJA Starê bi cih bîne. Digot, hêja ye ku mirov her bedelê di oxira şervaniya jinê de bidin. Kesayetiya xwe ya pirrengî ji bo pêşvebirina şer bi kar dianî. Stranên cengê jî bi vî rengî afirandibû. Stranên xwe yên destpêkê ji bo hevrêyên xwe çêkiribû. Hevrêyên wê yên ku di heman çeperê de pê re li dijî dijmin şer dikirin, ji bo wê bû çavkaniya sûdwergirtinê. Ew jî ji hevrêyên xwe re bû hêza moral û jiyanê. Ji ber wê yekê hevrêyên wê jê re digotin 'Jin a bi dilê cengê'.

GOTIBÛ 'EM Ê ÇIYAYÊN XWE BIPARÊZIN'

Meha destpêkê ya zivistanê bû. Serma bû. Li Zagrosan dîsa dû bilind dibû. Sûçdarê şer artêşa Tirk careke din her der bi gazên bi jehr fetisandibû, hewl dida bi vî rengî gerîla bêbandor bike. Jin a bi dilê cengê Cûdî ji bo hesab bipirse bi rê ketibû. Di wê dema kurt de me sohbet kiribû. Welê qala Zapê dikir ku mirov bi xurtbûna têkiliya gerîla ya bi çiyê re dihesiya. Digot, 'Zap ji bo min mîna evîndarekê ye'. Bi dewamî digot, 'Çiya hevrêyê herî dilsoz ê me û gelê me ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê çiyayên xwe biparêzin'.

'DIVÊ EM TEQEZ BI SER BIKEVIN'

Di wê sohbeta me ya hêja de ez gelek tişt jê hîn bûm. Dibe ya girîng jî ev gotina wê be: 'Wateya Zapê ji bo me gelekî mezin e. Me ev yek ji xwe re kiriye armanc: Em ê Enqereyê li Zapê têk bibin. Wateya vî şerê me ew e ku bi aştiyê tacîdar bikin. Ji bo dayikên xwe, ji bo xwişk û birayên xwe, ji bo armancên şehîdên xwe divê em teqez bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê em Enqereyê li Zapê têk bibin."

Cûdî xwedî dilekî mezin bû. Ji ber vê yekê bi rengekî mezin şer dikir. Jineke şervan bû. Ji bo çiyê, gel û hevrêyên xwe biparêze li çeperan şerekî bi heybet dimeşand. Dema ku min li armanca wê ya herî mezin pirsî got 'Dîtina Rêbertî'. Digot, "Em di nava şerekî mezin de ne. Şerekî rûmetê yê gelê me ye. Bêguman weke şervanên Rêberê xwe wezîfeya me ya herî mezin e ku vî şerî bi ser bixînin."