Nazmetên PADÊ xwe dan naskirin û bang kirin: Dengê xwe bidin PADÊ

Li Tilizêrê namzetên PADÊ xwe dan nasîn û soza bicîhanîna daxwazên gel dan. Namzetan bang li gel kir ku dengê xwe bidin PADÊ.

Her ku diçe, hilbijartinên 18’ê Kanûnê yên Encûmenên parêzgehên Iraqê nêz dibe. Li gel parêzgehên din yên Iraqê xebatên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînowayê jî bênavber berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de bangeşeya hilbijartinê li Şengalê jî geş û gûr dibe.

Li Şengalê gelek hêzên siyasî yên cûda bi hev re di nava hevrikiyê de ne. Lê namzetên lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ ya xwe dispêre Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê mohra xwe li hilbijartinên Şengalê xistiye. 4 namzetên PADÊ ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê piştgiriya wan dikin jî ser bi lîsteya bi hêjmara 134’in.

PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê di van rojên nêzî hilbijartinê de bi ruheke seferberiyê xebatên xwe dimeşînin. Di vê çarçoveyê de sê namzetên Êzidî Qasim Keşko, Dexîl Seydo û Şêx Azad xwe li herêma Qibletê li nahiyeya Tilizêrê di çalakiyekî taybet bi hilbijartinê de xwe bi gel dan nasîn. Namzet ji aliyê gel ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Destpêkê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo behsa girîngiya hilbijartinên Nînowayê kir û ji gel xwest, dengê xwe bidin namzetên PADÊ.

Şemo di axaftina xwede diyar kir, PADÊ bi ked û xwîna şehîdan hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Pêwîste em xwedî li ked û xwîna şehîdan derkevin. Piştî fermanê du hilbijartin çêbûn, lê mixabin me nekarî jê sûd werbigirin û me dersek jê negirt. Lê pêwîste em di vê hilbijartinê de ders jê derbixin û encamek jê bigirin. Ya yekemîn divê gelê me tevlî hilbijartinê bibe, lê ya girîngtir jî dema diçe ser sindoqê destê xwe deyne ser wijdana xwe. Eger dibêje, Êzidî me divê wê demê bi wijdan tevbigere. Îradeya herkesê heye û kes nikare zextê li te bike. Eger tu bi wijdan deng bidî, tuyê ya herî qenc hilbijêrî. Em serkeftinê ji namzetan re dixwazin. Lê divê dema bi dengê gel hatin derxistin, pêwîste guh bidin daxwazên gel.”

Piştre namzetê ji Tilizêrê Dexîl Seydo Biro ji eşîra Cindo xwe da nasîn û got: “Divê dijmin bizane em qet terka Şengala xwe û Tilizêra xwe ya delal nadin. Divê bes dijmin ser hesabê me biçin cihên bilind û hikûmî û li dijî mafên gelê me bisekine. Em soz didin we eger em werin hilbijartin em ê li encûmenê parastina mafên civaka xwe ya Êzidî bikin.”

Piştre namzetê Êzidî yê ji Başîkayê Parêzer Şêx Azad Ebdal jî xwe bi zimanê Erebî bi gel da nasîn û diyar kir Şengal ji gelek xizmetan bêpar hatiye hiştin û dazanîn eger biçe encûmenê, ew ê ji bo vegera Şengalê û xizmeteke baş ji bo Şengalê, kar û xebat bimeşîne.

Herî dawî jî Qasim Keşkoyê ji Zorava’ya Şengalê ku berê di nava hêzên parastina Şengalê de jî ma ye, derket û xwe bi gel da nasîn.

Keşko diyar kir, axa Şengalê bi xwîna şehîdan hatiye avdan û got: “Ji bo em Şengalê ji dest nedin, divê em nespêrin kesên bê wijdan. Pêwîste kesên bên hilbijartin kesên bi wijdan û bi exlaq bin. Niha mirovên jêhatî ji civaka me re pêwîstin ku li ber leyîstikên siyasî bisekinin. Me soz daye em bi her awayî ji bo vê axê têbikoşîn, bixebitîn û heta canê xwe jî bidin. Yan serkeftin yan serkeftin.”

Piştî axaftinan stran hatin gotin û govend hate gerandin. Wê şahiyên hilbijartinê yên ji bo danasîna namzetan li gel herêma Erebên Şengalê, li Zorava û gelek gund û navçeyan dewam bikin.