Li Amedê li dijî tecrîdê Nobeda Edaletê hate destpêkirin

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kir.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakî di roja 8’an de dewam dike. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ji bo piştevaniya bi girtiyên di greva birçîbûnê de dest bi “Nobeta Edaletê” kirin.

Çalakiya nobetê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate destpêkirin. Têkildarî nobetê li Şaxa TUAY-DER a Amedê daxuyanî tê dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat bertek nîşanî polîsên hewl didan daxuyaniya li pêşiya komeleyê asteng bikin da û diyar kir ku dê li her devera komeleya TUHAD-FED’ê lê heye nobetan bidin destpêkirin. Canpolat, wiha domand: “Em tevek niha di tecrîdê de ne. Dîmenê îro jî vê rastiyê nîşan dide.”

Bi domdarî Canpolat anî ziman ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî 33 meh in tu agahî nayên girtin û wiha pê de çû: “Girtiyên siyasî ji bo ku raya giştî ya derve li dijî tecrîdê bêhtir dengê xwe derxîne dest bi greva birçîbûnê kirin. Em jî dixwazin bi çalakiya xwe ya nobetê bêhtir bibin deng, dil û çavê girtiyan. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigere. Hêj grevên birçîbûnê neketin merheleyeke xeternak divê em bêhtir bibin dengê girtîgehan.” 
 
Di berdewamê de Canpolat ev tişt anî ziman: “Li gorî me sedema temamiya xitîmînên heyî, tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo jiholêrakirina vê rewşê, divê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re, bi malbat û bi raya giştî re bê gel hev. Li gorî me dê ev yek di mijarên aborî, siyasî û derûnî de bandoreke erênî bike. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ji bo raya giştî binirx in. Got; ‘Ez dikarim di nava hefteyekê de şerê li Tirkiyeyê bidim sekinandin. Ev gotin, pir girîng e. Em ê li gel sazî partiyên siyasî dest bi nobetê bikin. Her 3 rojan carekê dê nobet were dewrkirin.”

Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jî nobet dest pê kir.