Hevdîtina Silêman Ehmed bi parêzeran re tê astengkirin

Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, parêzer Nerîman Ehmed ragihand ku zêdetirî 10 caran ji bo dîtina Silêman Ehmed serlêdan hatiye kirin, lê destûr nehatiye dayîn ku pê re hevdîtinê bikin.

Ji Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 40 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Endamê Tîma Parêzerên Rojnamevan Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di derbarê hewlên ji bo hevdîtina li gel Silêman Ehmed û eşkerekirina çarenûsa wî de ji Rojnews’ê re axivî.

Nerîman Ehmed destnîşan kir ku zêdetirî 10 caran ji bo hevdîtinê hewl hatiye dayîn, lê hatine astengkirin û heta niha nekarîne Silêman Ehmed bibînin yan dosyeya wî bixwînin.

Nerîman Ehmed got: “Astengkirina hevdîtina li gel Silêman Ehmed binpêkirina yasayê ye ku diyar dike ti dadperwerî nîne. Eger ji bo tiştekî bê sûcdarkirin jî divê parêzerê wî hebe û dosyeya wê bikare bixwîne.”

Li gorî madeya 144 a yasaya dadweriya Iraqê, her sûcdar dikare xwediyê parêzerekî be û bêyî parêzer nikare ti îfadeyan bide, ger nebe jî divê dewlet parêzerekî bide wî.