Şandeya jinên HEDEP’ê bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
Şandeya jinên HEDEP’ê li Silêmaniyê bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiyan.
Şandeya jinên HEDEP’ê li Silêmaniyê bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiyan.
Şandeya jinan a ji parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Sêrtê Sabahat Erdogan, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Çîmen Fîdan, Berdevka Tevgera Jinan Gulbahar Guzel, endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Neslîhan Acar û endama Meclîsa Jinan a HEDEP’ê Gulbahar Aksoyê pêk dihat, ji bo hin rêze serdanan di 29’ê Mijdarê de çûn bajarê Silêmaniyê.
Şandeyê di çarçoveya serdanên xwe de bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê de hatin cem hev.
Di daxuyaniya piştî civînê hate lidarxistin de wiha hate gotin: “Serdana me di çarçoveya kampanyaya li dijî tundiya li ser jinê ya ku li cîhanê bi berfirehî tê meşandin û ji bo ji holê rakirina vê tundiyê çawa têbikoşine. Her wiha me behsa pirsgirêkên her du parçeyên Kurdistanê kir. Em ê hewl bidin di pêşerojê de bi hev re kar bikin da ku em bigihin azadiya jinê û avakirina yekitiyên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê.”