Serdana girseyî li şîna şehîd Azad Zagros hate kirin

Serdaneke girseyî li şîna Azad Zagros hate kirin ku cenazeyê wî di nava qutiyeke kartonê de radestî malbata wî hate kirin.

Gerîlaya YJA Starê Menfiyat Elçîçek (Axîn Seydo) û gerîlayê HPG’ê Azad Satilmiş (Azad Zagros) di şerê 14’ê îlona 2018’an a li bejahiya Çiyayê Kato Marûnîs ê Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan. Bi salan piştre cenazeyên wan di qutiyên qarton de radestî malbatên wan hatin kirin. Elçîçek li Hezex a Şirnexê û Satilmiş jî li gundê Reşka yê navçeya Qelqelî ya Wanê hate definkirin.

Ji bo Satilmiş, li Taxa Îskele ya navçeya Tûşba ya Wanê şîn hate danîn. Endamên MEBYA-DER, TJA, Dayikên Aştiyê, TUHAY-DER, DBP, Parlamentera HEDEP’ê Gulderen Varli û endamên Meclisa Ciwanan bi girseyî çûn serdana şîna Satilmiş.

Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş di serdanê de sersaxî ji malbatê xwest û wiha got: “Em ê li ser şopa kesên ji bo Kurdistanê têkoşiyayîn bin.” Hevseroka DBP’a Wanê Şengul Polat jî sersaxî xwest û got ku wan ji bo bidawîkirina zilma li ser gelê kurd li ber xwe dane û canê xwe feda kirine.