Ji pêşengên Şengalê Dijwar Feqîr hate bîranîn

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dijwar Feqîr di salvegera 2'yemîn a şehadeta xwe de li ber mala xwe hate bîranîn û ji bo wî xêr hate dayin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku bi navê Dijwar Feqîr dihate naskirin, di 7'ê Kanûna 2021'ê de li Xanesorê di encama êrişeke dewleta Tirk a dagirker û nokeran de şehîd bû. Di heman êrişê de 2 zarokên Merwan Bedel jî birîndar bûn.

Di salvegera 2'yemîn a şehadeta Merwan Bedel de li ber mala wî ya li Xanesorê xêr hate belavkirin.

Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê, malbatên şehîdan, TAJÊ û gelê Şengalê tevlî bîranînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan, find hatin vêxistin. Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyan, kesayetî û têkoşîna Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) hate nîşandan.

Di merasîmê de li ser navê sazî û dezgehan peyam hatin xwendin û bi taybetî soza hesabxwestinê ji xiyanetkaran hate dayîn.

Di peyaman de têkoşîna Dijwar Feqîr a ji bo xweseriya Şengalê hate destnîşankirin û soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn

Merasîm bi temaşekirina li sînevîzyonê û qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.