Dadgeha Federal a Iraqê rûniştina hilbijartina Kerkûkê taloq kir

Dadgeha Federal a Iraqê, biryara xwe ya li ser giliyên der barê taloqkirina hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê de, taloqê 12’ê Kanûna 2023’an kir.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku biryara xwe ya li ser giliyên der barê taloqkirina hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de, taloqê 12’ê Kanûna 2023’an kiriye.

Dadgeha Federal a Iraqê têkîldarî kontrolkirina tomarên hilbijêrên Kerkûkê û daxwaza taloqkirina hilbijartinên encûmenên parêzgerhê, civînek li dar xist.

Dadgeha Federal diyar kir ku ew dixwazin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di rûniştinê de cih bigire û ragihand ku rûniştinê taloq kirine.

Hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê piştî 18 salan wê di 18’ê Mijdarê de bê kirin. Hat ragihandin ku hejmara giştî ya hilbijêrên parêzgeha Kerkûkê 870 hezar û 920 in.