Li Balekayetî di qezaya trafîkê de 3 kes mirin

Li herêma Balekayetî di encama qezayeke trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Rêveberê Nexweşxaneya Çomanê Ehmed Hesen diyar kir ku danê nîvro li zozanên Pirje yên herêma Balekayetî wesayitek wergeriya.

Hate ragihandin ku di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rayedaran, kesên qeza kirin bi armanca geştiyariyê serdana Balekayetî kiribûn.