Hefteya Mafên Mirovan: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe

Di rapora girtiyên nexweş ên rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî yên Rihayê de, hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya 64 girtiyên bi nexweşiyên giran û kronîk ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê roj bi roj girantir dibe.

Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê rapora xwe ya li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan eşkere kirin.

Di daxuyaniya ku li ber avahiya baroyê hate dayîn de gelek kes amade bûn.

Parêzerê Baroya Rihayê Kazim Ekîncî û Serokê Navenda Mafên Mirovan Ahmet Taş, destnîşan kirin ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe. Taş got, "Ji bo girtiyên xwedî mafê berdana bişert, bi nêzîkatiyên derqanûnî û biryar tên astengkirin. Divê ji bo demildest bên berdan hewldan çêbin. Cezayê Şervan Muhammed, Enver Kanmaz û Hasan Kiliç hatin taloqkirin. Divê hem mafê azadî û ewlehiya kes û hem jî mafê hêviyê bi pêkanînan neyên binpêkirin.”

64 GIRTÎ NEXWEŞIYÊN GIRAN Û KRONÎK BI WAN RE HEYE

Taş, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê 64 girtiyên nexweş ên bi nexweşiyên giran û kronîk hene û got ku divê rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên nexweş ên ku rewşa wan a li girtîgehê mayînê ne guncav e şert û mercên dermankirinê ava bike û serbest berde.

Taş, pirgirêkê ku girtiyê ji sedî 94 astengdar Emîn Guler, nexweşa pençeşêrê Şehrîban Mimkara, Fevzî Arslan û Eyûb Kudin ên ku li girtîgeha Rihayê dijîn jî bibîr xist.

‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZA GIRTIYAN’

Taş, grevên birçîbûnê yên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratî” de jî bibîr xist û ev tişt got, “Divê sedemên greva ku di pêvajoya dawî de hatiye destpêkirin bên lêkolînkirin û guh bidin daxwaza girtiyan. Pêkanînên kêfî û nehiqûqî yên ku mafên bingehîn ên girtiyên li girtîgehan bi sînor dike û binpê dike, divê demildest bên terikandin. Divê li dijî berpirsyarên ku kiryarên derqanûnî pêk tînin, mekanîzmayên lêpirsînê yên bi bandor bên pêk anîn.”

Taş, bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê kir ku li dijî binpêkirina mafan ên li girtîgehan bikevin nava tevgerê.