Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) di 7’ê Kanûna 2021’an de di encama êrîşeke bêbext de şehîd bû. Piştî şehadeta wî derket holê ku Dijwar Feqîr bi planeke taybet a MÎT’ê û bi hevkariya Parastinê ya PDK’ê û çend xayînan hatiye şehîdxistin. Sîxurên bi navê Seed Casim û Selah Berces li xwe mikur hatin ku wan bi talîmata PDK’ê mayin di bin seyareya wî de bicih kirine û dema ew û zarokên xwe di seyarê de bûne teqandine. Di 2’emîn salvegera şehadeta Dijwar Feqîr de Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico qala kesayet, taybetmendî û bandora wî ya li ser civaka Êzidî kir.
Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ku bi salan pê re ji bo Şengala xweser û azad têkoşiyaye, got ku Dijwar Feqîr di nav civaka Êzidî de bi qehremanî û girêdana civak, çand û baweriya xwe ve dihate naskirin û wiha behsa hevnasîna xwe kir: ‘’Min hevalê Dijwar di 2015’an de nas kir. Di 2017’an de dema Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê kongreya xwe çêkir, meclîs û desteya rêveber hatin avakirin hevalê Dijwar wekî nûnerê YBŞ’ê tevlî karên meclîsa xweser dibû. Me li wir hev nas kir. Hevalê Dijwar di nav gel de giraniya wî hebû. Wekî rêveberekî civakê, bandora wî li ser civakê hebû.’’
‘ŞAGIRTÊ DAYIKA XWE YA BERXWEDÊR BÛ’
Riham Hico diyar kir ku bi salan di nav YBŞ’ê de wekî fermandareke pêşeng bi erka xwe rabû lê di heman demê de xwe di warê çand, bawerî, fikir, rêxistinî û siyasî de jî xwe bi pêş xistibû. Riham Hico bal kişand ser taybetmendiyên Dijwar Feqîr û got: ‘’Taybetmendiyek wî hebû ku ji ber li ber destê dayika xwe mezin bibû, şagirtê dayika xwe ya berxwedêr bû. Xwe gelekî nêzîkî jinan didît. Hevalê Dijwar yek ji wan hevalên xort e ku di nav karên rêxistinî de bi hevalên jin re dibû alîkar. Serkeftina jin û dayikan ji bo xwe wekî serkeftinê didît. Her dem bi pêşketina jinên Şengalê re serbilind bû.’’
‘HER KESÎ JÊ HEZ DIKIR Û XWE LÊ DIGIRTIN’
Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hico da zanîn ku Dijwar Feqîr ne bi kesayeta xwe ya malbatî, bi kesayeta civakî xwe pênase dikir û domand: ‘’Gelek kes hene ku xwe bi eşîra xwe, malbata xwe, derdora xwe mezin dikin. Hevalê Dijwar tu carî wisa nedikir. Hevalê Dijwar bi rêxistinî bû, wekî çiya li pişta wî hebe. Ji doza xwe, gelê xwe, çanda xwe bawer bû. Cesareta wî ji vê dihat. Hemû xebatên wî ji bo civakê bû. Di nav eşîran de jî di nav meclîsê de jî hevalê Dijwar dihate hezkirin. Gel baweriya xwe bi hevalê Dijwar dianî. Hevalê Dijwar kesekî leşkerî bû lê ji serokeşîran heya ciwan û mamosteyan herkes xwe li dora wî digirt. Hevalê Dijwar tu kesî/ê bêhêvî, bêçareserî nedihişt û hemû pirsgirêkan çareser dikir.’’
‘ALÎKARIYA HEVALÊN JIN DIKIR’
Riham Hico anî ziman ku Dijwar Feqîr ji aliyê hemû civakê ve dihat hezkirin, lê bi taybet jinên Êzidî jî ji sekn û helwesta wî hêz digirtin û wiha pêde çû: ‘’Wekî hevalên jin me li hinek gundan zehmetî dikişandin, me wekî hevalên jin van pirsgirêkan bi hevalê Dijwar re parve dikir. Hevalê Dijwar erdnîgariya Şengalê baş nas dikir, eşîrên li Şengalê baş nas dikir û li gorî wê rê û rêbaz pêşniyar dikirin. Di têkiliyên me yên bi dewlet û hikumeta Iraqê re jî hevalê Dijwar wekî pirekî bû. Dema alozî û pirsgirêk derdiket hevalê Dijwar mudaxele dikir û çareser dikir.’’
‘XEYALA WÎ STATUYA ŞENGALÊ BÛ’
Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hico Dijwar Feqîr wekî ‘’qehreman û egîdê demê’’ pênase kir û rastiya şer û têkoşîna wî wiha anî ziman: ‘’Tecrubê û hewldanên hevalê Dijwar tovê xwe reşand û encam jî dan. Hevalê Dijwar digot; ‘Doza me mezin e em dest ji vê dozê bernadin.’ Xeyala wî ew bû ku civaka Êzidî bibe xwedî statu, yekîtiya wan çêbe. Wî digot, ‘Xweseriya me bi yekîtiya me ve girêdayî ye.’ Ji bêtifaqiyê gelek aciz bû, ji kesên bêxîret acis dibû. Em ê wekî hevalên wî rêya wî her dem bişopînin, em ê heya dawiyê di nav têkoşînê de bin. Wê ala hevalê Dijwar li Şengalê her dem bilind be. Heya xweseriya Şengalê neyê mîsogerkirin, heya civaka Êzidî negihêje mafên xwe, heya yekîtiya civaka Êzidî çênebe wê têkoşîna me berdewam bike.’’
‘WÊ HESAB JI XAYIN Û XWEFIROŞAN BÊ PIRSÎN’
Riham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola xiyanet û hevkariyê ya di şehadeta Dijwar Feqîr de û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Hevalê Dijwar li hemberî DAÎŞ’ê şer kir û bi ser ket. Em dizanin eger ne ji xayîn û xwefiroşan be, wê dewleta Tirk nekariba hevalê Dijwar şehîd bixista. Em di salvegera şehadeta wî de dibêjin, em ê tu carî li hemberî xayîn û xwefiroşan bêdeng namînin. Kî dibe bila bibe wê hesab ji wan were pirsîn. Di baweriya Ezdatiyê de cihê xiyanetê nîne, însanê ku xiyanetê bike ew ji nav civakê tê avêtin. Her kî xiyanetê bike em ê bêjin ew însan ne Êzidî ye, ew ji baweriya xwe derketiye û xwefiroş e. Tola wî wê were hilanîn. Bi hezaran şagirtên hevalê Dijwar hene ku doza wî bişopînin. Hevalê Dijwar wekî doza xwe mezin e.’’