Xelkê Mexmûrê bêrêziya li hember cenazeyên şehîdan şermezar kir

Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bêrêziya li hemberî cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Axîn Seydo şermezar kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî cenazeyê gerîlaya YJA-Star’ê Axîn Seydo (Menfiya Elçîçek) ya ku di sala 2018’an de li herêma Kato Marînos şehîd bibû, daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya ve hat dayîn.

Sarya Kaya di destpêka axaftina xwe de hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ya li ser cenazeya Şehîd Axîn Seydo, bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ji 2021 heta niha dewleta Tirk bi hevkarê xwe Mala Barzanî re bi hemû awayî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Metîna û Avaşîn dike û nekariye bi ti awayî îradeya gerîla bişkîne. Dewleta Tirk dixwaze bi şêwazên cûda îradeya gerîla û gelê me bişkîne û teslîm bigire. Her roj tecrîda li ser Serokatiya me girantir dikin. Ji ber ku dizanin nirxên me yên herî pîroz Serokatiya me û şehîdên me ne. Lê dewleta Tirk nizane ji vê saetê û şûnde nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire. Ji cenazeyê Egît Îpek bigire heta yê Axînan xistina pakêtan û bi rêya kargoyan radestkirina malbatên wan, hovîtiya herî mezin ya li cîhanê diqewime ye.”

Sarya Kaya di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hovîtiya ku dewleta Tirkiye dike, di ti şeran de nehatiye kirin û wiha got: “Ger em dibêjin şehîd rûmet, nirx û her tiştê me ne, divê em vê neheqiyê qebûl nekin. Ji bo vê jî divê her Kurdek li ku derê dibe bila bibe, pêwîste dengê xwe bilind bikin û helwesta xwe diyar bikin. Em jî weke xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, dayîk û bavên şehîd û şervanan vê hovîtiyê napejirînin. Em bang li tevahî gelê Kurd bi taybet dayîkan dikin ku li girtiyên zindanan, şehîd û şervanan, her wiha li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.