Eger ez ne Kurd bûma jî, Kurdistan dê ji bo min cihekî girîng bûya. Ji ber ku wek mirov divê em dîroka mirovahiyê, dîroka xwe, çavkaniya çîrok û efsaneyên xwe, çavkaniya şaristaniydetan, destpêka pêşketina mirovên jîr û hwd. bizanin. Rehê van hemûyan jî vedigere vê xakê û derdorê wê ku jê re Kurdistan tê gotin.
Eger mirov li nexşeya dinyayê binêre, mirov dikare bibîne ku Kurdistan di navenda vê gerestêrkê de ye. Çawa ku xala laşê mirovî ya navendî navika mirov e, û pêşveçûna mirov di neh mehên destpêka jiyana xwe de bi rêya navika xwe bi dayika xwe ve hatiye girêdan, bi heman awayî destpêka mirovahiyê ji vê axê, ji vê navenda dinyayê dest pê kir. Û ez vê yekê nabêjim ji ber ku ez Kurd im, berevajî vê yekê ez wek mirovekî wisa dibêjim ku girîngiyê dide dîrok û efsaneyan û dîroka veşartî ya mirovahiyê.
Di van du sed salên dawî de sê caran dîroka mirovahiyê û destpêka şaristaniyetê hatiye nivîsîn, her sê caran jî têkiliya wê bi Kurdistanê re heye:
Ya yekemîn di sala 1851'an de dema ku Pirtûkxaneya Aşûrpanpal li Koysenceqa nêzî Nînovayê hat dîtin. Li wir zêdetirî 30 hezar tablet hatin dîtin ku di wan da dîrok, efsane û çîrokên Mezopotamyayê, bi taybetî jî yên Sumeriyan hatibûn nivîsîn. Li wê derê, ji afirandina gerdûnê û mirovahiyê bigire heta Tofana Mezin, çîroka Gilgamêş û çîrok û efsaneyên din ên Sumeriyan careke din hatin vedîtin.
Bi hezaran salan mirovahiyê bawer dikir ku ev çîrok tenê di Kitêba Pîroz, Quran û Tewratê de hene, nemaze çîroka Nûh. Piştî ku mirovahî bi Tofana Mezin hate jinavbirin, Nûh bi keştiya xwe li Çiyayê Araratê bi cih bû û mirovahiyê li wir ji nû ve dest pê kir. Lê belê derket holê ku ev çîrok ji vê çîrokên nav kitêbên pîroz bi hezaran salan gelekî kevntir e.
Çîroka Tofana Mezin di destana Gilgamêşê de jî tê gotin. Ev yek guherîneke mezin bû ji bo nêrîna mirovan a li xwe. Mirovahiyê ne tenê bi rêya dîn, her wiha bi rêya çîrok, efsane û şaristaniyetên dêrin jî dest bi peydakirina bersivan kir û dîroka şaristaniyetan ji nû ve hate nivîsîn û destpêka şaristaniyetan wek heft hezar sal berî niha hate texmînkirin û destpêka van şaristaniyetan jî wek Mezopotamya hat diyarkirin.
Piştî sed salan di sala 1951’ê de careke din dîroka mirovahiyê, destpêka mirovên jîr û şaristaniyetê hate nivîsîn. Vê carê bi rêya vedîtineke li Şikefta Şanederê ya li Çiyayê Biradostê hate nivîsîn. Di şikeftê de termê malbatekê hate vedîtin. Di destpêkê de wisa dihate texmînkirin ku ev malbata mirovên neanderthal in ku şeş hezar sal berî niha di vê şikeftê de wek ajalan bi nêçîrkirinê jiyane. Lê belê her ku zêdetir lêkolîn hatin kirin, derket ku ev mirov mirovên jîr bûne ku kereste û amûrên wan ên taybet hebûne. Wan agir bi kar aniye, mêwe û riwek kom kirine, mîna mirovên jîr tev geriyane, malbata wan hebûye, dilovan bûne, guhdarî û alîkariya hev kirine. Yek ji wan zilamekî astengdar bûye, destekî wî tune bûye, kesên din guhdariya wî kirine, xwarin dane wî û piştî mirina wî dîsan di wê şikeftê de ew veşartine û li ser termê wî kulîlk danîne. Van mirovan rêz li miriyan girtiye û serdana gorên wan kirine. Ev tişt tiştên wisa ne ku mirovên neanderthal kêm caran dike. Ev vedîtin bû sedema pêşveçûna nêrîneke wisa ku destpêka pêşveçûna mirovên jîr ji hezar salan gelek kevntir bûye, di navbera sed hezar sal û sî hezar salan de ye.
Sêyem, vedîtineke girîng di sala 1995’an de çêbû, li Girê Mirazan li bakurê Kurdistanê. Li wir kevntirîn perestgeh hate vedîtin ku li gorî tevgera gerestêrkan hatiye dîzaynkirin. Saet, roj, hefte, meh, sal û demsal wekî pîramîtên Misir û zîguratên Sumeriyan bûye û ji bo nivîsînê sembol bi kar anîne û dîroka van nivîsan jî wek yazdeh hezar sal tê texmînkirin. Kesên ku li wir jiyabûne, di zanistên gerdûnnasî, bîrkarî û avahîsaziyê de xwedî şarezatiyeke mezin bûne. Perestgeh bi xwe li ser perestgeheke din e ku temenê wê zêdetirî sî hezar sal tê texmînkirin.
Ji ber şer û wêrankariyê, Kurdistan ji hêla arkeolojiyê ve hatiye paşguhkirin û gelek asewarên dîrokî yan ji nav çûne yan hatine talankirin. Bi mebest hewl dane ku wan veşêrin û ji nav bibin û rê nedane ku lêkolîn li Kurdistanê bêne kirin. Ne tenê dîroka Kurdan û wan neteweyên din veşartî maye ku li vê deverê jiyane û bê dewlet in û di bin destên hêzên dagirkeran de ne, her wiha dîroka rasteqîne ya mirovahiyê jî veşartî maye.
Eger rojek ji rojan şer bi dawî werin û bi hûrgilî li ser vê axê lêkolîn û lêgerîn bêne kirin, vedîtinên mezin dê çêbin û dîroka mirovahiyê dê careke din bê nivîsîn û derdikeve ku cihê Kurdistanê ji hêla cografî ve wekî navenda dinyayê ye.
Her çawa ku mirov neh mehên jiyana xwe ya di rehmê dêya xwe de ji bîr dike û rojbûna xwe piştî jidayikbûna xwe diyar dike, bi heman awayî mirovahiyê jî ew dîroka destpêkê ya hebûna mirov a li ser vê axê ji bîr kiriye.