BI DÎMEN

TAJÊ li dijî kiryarên dewleta Tirk daxuyanî da

TAJÊ bi daxuyaniyekê li dijî pêkanînên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Kurd ên li Efrînê, nerazîbûna xwe anî ziman û got, “Divê di serî de dewleta Tirk û çeteyên ku herêm dagirkirine, bên darizandin.”

Ji roja ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatiya dagirkirin, heya roja me ya îro kiryarên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser pêkhateyên herêmê bi  qetilkirin, tecawiz ,revandin, xwestina fîdyeyê, gefxwarin û talankirina xwezayê berdewam dike. Herî dawî jî li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirina Mafên Mirovan ve hatiye weşandin, li Efrînê dadgehên Tirk cezayê giran li 10 jinên ku 9 ji wan Kurd in biriye.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê şermezar kir û da xuyakirin ku ên pêwîste bên darizanin dewlete Tirke, ne gelê Efrînê ye. TAJÊ her wiha bang li saziyên parastina mafê mirovan kir ku, rê li ber sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Şengalê ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Îro em ji bo piştgiriyê bidin gelê xwe yên li herêmên dagirkirî, li vir in. Bi salan e ji Serê Kaniyê heta Efrînê bi hezaran welatî rastî binpêkirin û zextên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Bi taybetî jinên ku li van herêman dijîn, rastî her cure êşkencê tên. Ev kiryar ji aliyê çeteyên Dewleta Tirk ve li ber çavê saziyên parastina mafê mirovan ve tên kirin. Ji ber vê, li vir xuya dibe ku tiştek bi navê mafê mirova nemaye. Jin li herêmê tên darizandin û biryara darvekirina du jinan hatiye dayîn.

Cezayên giran li jinan dibirin. Em li ser navê jinên Êzidî dengê xwe digehînin her devera cîhanê, divê sînorekî ji bo van binpêkirinên Erdogan deyinin. Pêwîste kesên van herêman dagir kirine bên darizandin. Ti ferq di navbera Erdogan û DAÎŞ de nemaye. Ji ber heman sûcê li dijî mirovan dikin. Em bang li tevahiya saziyên parastina mafê jinan dikin ku, xwedî li jinên Efrînê yên li herêmên dagirkirî ne derkevin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û li hemberî zordaran serî netewînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan, Azadî,’ û ‘Şehîd Namirin' bidawî bû.