Operasyonên qirkirina siyasî: 113 kes hatin binçavkirin

Hat zanîn ku di operasyonên qirkirina siyasî ya li 32 bajaran de, 113 kes hatin binçavkirin.

Dewleta Tirk îro li 32 bajaran operasyonên qirkirina siyasî lidar xist. Li Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Çewlîg, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Mereş, Kastamonû, Qeyserî, Kilîs, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Mûş, Osmaniye, Sakarya, Sêrt, Sêwaz, Şirnex, Dêrsim û Wanê polîsan bi ser gelek malan de girtin û hate diyarkirin ku heta niha 113 kes hatine binçavkirin.

Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin, birine miduriyetên polîsan ên li bajêr.