Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi êşkenceyê qetil kir

Ciwanê Kurd ê ji Loristanê Îmam Hasan Wend ku li girtîgehên Îranê nêzî çar mehan êşkence lê hate kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên medya Rojhilatê Kurdistanê Îmam Hasan Wend (30) ê ji Loristanê, 114 rojan li girtîgehên Îranê êşkence lê hate kirin.

Hate ragihandin ku rayedarên Tehranê ji malbata Îmam Hasan Wend re ragihandiye ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha hate gotin, gef li malbatê hatiye xwarin ku mirina kurê xwe ji medyayê re ranegihîne.

Hêzên dewleta Îranê beriya 114 rojan avêtibû ser mala Îmam Hasan Wend û bi birîndarî binçav kiribû.

Di heman serdegirtinê de ciwanek jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû qetilkirin.

Tê payin ku malbat roja Yekşemê cenaze werbigire û veşêre.