Hewlêr û herêma Zer bûye mîna zindanê li rexnegiran

Wek encam, dîrok ji me re dibêje ku faşîst û dîktator heta dawiyê nikarin berdewam bin. Ji ber ku pêşiyan gotiye her tişt di ziraviyê de diqete, tenê zilm û zordarî di stûriyê de diqete.

Desthilatdariya Mesrûr Barzanî qanûn û mafên mirovan û azadiya raderbirînê binpê dike, sextekariyê dike û aliyên opozîsyonê wek dijminên navxweyî dibîne ku divê bêne parçeparçekirin û her kesê ku ji xwe cuda difikire, wek dijmin dibîne. Bi gotineke din gava ku tu bi erênî li ser desthilatdariya wî biaxivî, tu qebûlkirî yî; lê gava ku tu desthilatdariya wî ya sitemkar qebûl nekî û rexne bikî, tu ne qebûlkirî yî û divê tu werî cezakirin.

Di dîktatoriya wî ya faşîst de, eger tu piştgiriyê nedî wî, tu yê têk biçî. Taybetmendiya herî berbiçav a qadên ku ji aliyê faşîstan ve tên birêvebirin ew e ku parlamento tê valakirin, qanûn û rêzikname karîger nîn in û wan tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Li şûna parlamento û hikûmetê, biryar bi desthilatdariya xweser a şexs û polîsan tên standin û çapemenî tê desteserkirin

“FAŞÎZM ÇI ÇAWA Û ÇIMA DIKE?”

Dîktator gelê ku jê re hikumraniyê dike, ji bo ku li ser wî nebe xetere, di destpêkê de vebijêrkên gel kêm dike û wan birçî dihêle. Ji bo ku her tim pesna wî bê dayîn, çend tedbîran digire. Ji van tedbîran, ji bo çêkirina qelebalixiyeke alîgir bertîl tê teşwîqkirin û ji bo ku gel mihtacî sîstemê bibe, mûçeyê dide wan.

Mesrûr Barzanî çavkaniyên welêt wekî milkê xwe dibîne û bi kar tîne û difiroşe. Bi danîna baca zêde wisa dike ku gel deyndar bibe. Çanda îtaetkarî û xwebiçûkkirinê çêdike û liyaqetê bê nirx dike. Bi çavtirsandin, çewisandin û sîxûriya di nav civakê de çanda tirsê çêdike û hukim dike. Ji bo veşartina wan pirsgirêkên ku wî bi xwe çêkirine lê xelk wan tecrube dike, “sûcdar”ekî çêdike. Hemû amûrên dewletê wekî çek bi kar tîne. Hemû dijminan bêdeng dike û dibêje, "Yan tu li cem min î yan jî tu li derve yî.”

Ev hemû taybetmendîyên hikûmeta polîsî ya Mesrûr Barzanî ye ku ji niha ve tu rêyeke faşîzm û dîktatoriyê nemaye ku bi cih neanîye.

Hewlêr û Herêma Zer kiriye zindan ji bo her kesê ku kêmasiyeke hikûmet û kabîneya Mesrûr Barzanî bîne ziman û dehan tometên nerewa û neexlaqî li ser wan çêdike û paşê bi hukimê xwe yê sitemkar û malbatî wan dixe zindanê.

Niha li Hewlêr û Dihokê bi biryara lijneyên ewlehiyê yên nav bazarê divê li hemû dikan û firoşgehan hetta di erebeyên seyarok de jî wêneyekî Mesrûr Barzanî û yê bavê wî bê daliqandin. Eger na, her roj bi hincetekê tên astengkirin. Bi gotineke din wêneyê Mesrûr Barzanî û yê bavê wî wek destûra karkirinê tê dîtin li Herêma Zer.

Niha di bin desthilatdariya Mesrûr Barzanî da nirxê tu tiştî nemaye. Mamoste şeqaman dixwe, rojnameger ji hêla wî bi xwe ve wek terorîst û sîxur tê binavkirin.

Bi awayekî tê hukimkirin ku yan divê tu bêdengiyê hilbijêrî û wî tiştî qebûl bikî ku eşîr û malbatek biryarê li ser dide yan jî du rê li ber te hene, ew jî terikandina welatê xwe yan jî zindan û qebûlkirina wan tomet û senaryoyên ku li ser te hatine çêkirin.

Wek encam, dîrok ji me re dibêje ku faşîst û dîktator heta dawiyê nikarin berdewam bin. Ji ber ku pêşiyan gotiye her tişt di ziraviyê de diqete, tenê zilm û zordarî di stûriyê de diqete.