Gulser Ozbay piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan

Gulser Ozbay (68) piştî ku ji aliyê dewleta Tirk ve 31 sal û 6 mehan hate dîlgirtin, li warê xwe navçeya Bazîd a Agiriyê bi coş hate pêşwazîkirin. Gulser Ozbay got: “Bi dehan girtî li girtîgehan berxwedaneke mezin raber dikin.”

Gulser Ozbay (68) ku piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan, li warê xwe Bazîd a Agiriyê bi coş hate pêşwazîkirin. Ozbay, di 11’ê çileyê de ji Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê tehliye bûbû û îro derbasî warê xwe Bazîdê bû. Ozbay, ji hêla xizm û hevalên xwe ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin.

Ozbay û kesên pê re piştre derbasî Eywana Dawetan a Mem û Zînê bû ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li wir pêşhilbijartinê lidar dixe. Ozbay, li vir bi çepik û tililiyan hate pêşwazîkirin. Kesên Ozbay pêşwazî kirin dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Ozbay, li vir axaftineke kurt kir û wiha got: “Bi dehan girtî di girtîgehan de ne û îradeyeke mezin raber dikin. Divê em li hemberî girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bihestiyar tevbigerin.”