Çavê hemû Êzidiyan li Rêveberiya Xweser a Şengalê ye

Êzidiyên li Şengalê êş li ser êşê, ferman li ser fermanê jiyan, lê di hebûn û azadiya xwe de bi israr in.

Ên ku xwestin civaka Êzidî di şexsê Şengalê de qir bikin û agir berdanê, hatin poşmankirin û berovajî armanca wan civaka Êzidî ji wê xweliyê ji nû ve zîl da, zindî bû, geş bû û bû hêviya hemû Êzidiyan.  Hemû Êzidiyên dinyayê radibin û rûdinin 24 saetan qala berxwedaniya Şengalê dikin. Ê bi berxwedaniya Şengalê serbilind dibe… Ê bi tevkujiya wê diêşe û ji xewê şiyar dibe… Ê li benda mizgîniya azadiya wê ye… Ê bi hesreta dîtina wê ye… Hema bêje tevahiya Êzidiyan hêviyên xwe bi Şengalê ve girêdane.

Em bê mane nabêjin serkeftina Şengalê xelasiya hemû Êzidiyan e, binketina Şengalê jî mirina hemû Êzidiyan e. Ti kesî wekî gelê Şengalê ev rastî baş fêhm nekiriye. Ji ber vê rastiyê ye hevçend berdêlên giranbuha didin, lê ti carî dev ji doza xwe bernadin. Ser didin sirr nadin. Ruh û canê xwe didin, lê axa xwe nadin. Dibe ku hemû Êzidî ne di ferqa vê mêrxasiyê û egîdiyê de bin, lê hemû Êzidî bi vê fedakariyê kêfxweş û serbilind in.

ÊŞA KU MIROV NEKUJE XURT DIKE

Di encama koçkirina bi sedhezaran Êzidî, mirina mergesat a bi hezaran Êzidî, girtin û revandina bi hezaran jin û zarokên Êzidî, valakirina welatê wan ê pîroz ê bi hezaran salan, piştî di nava şoka vê trajîdiyê û di nava xwînê de YBŞ hate avakirin, êdî di rojekê wekî 14'ê Çileya 2015'an Meclîsa Avaker a Şengalê hate avakirin. Ji wê rojê û paş êdî civaka Êzidî ji mirinê gav avête jiyanê, ji tariyê xwe gîhande ronahiyê, her roj birînên wê hatin kewandin û gav bi gav xwe ji nû ve bi sazî kir. Êdî di Adarê de yekemîn konferansa YBŞ’ê çêbû. Di sala 2015'an de bi awayekî lezgîn û di nava şer de civaka Êzidî bû xwedan hêzên parastinê û bû xwedan rêveberiya xwe ya cewherî.

Di sala 2016'an de jî civaka Êzidî di dîroka xwe ya hezar salên dawî de gavên herî girîng avêtin. Bi konferansa yekemîn a YJŞ'ê re civaka Êzidî artêşa xwe ya jin avakir û heyfa xwe ya dîrokî ji DAÎŞ'ê û hemû dijminên Êzidiyan girt. Bi heman rengî yekemîn Konferansa TAJÊ çêbû û civaka Êzidî bi vê gavê re bû xwedan rêxistineke jinan a herî berfireh û demdirêj di dîroka xwe de.

Li ser vê esasî pir bi lez şoreşeke civakî ya cidî pêk dihat. Vê rewşê hêz, moral û çoşeke mezin dida hemû Êzidiyên dilşikestî. Ev dibû sedem Êzidiyên ku ji bo careke din venegirin, pişta xwe dabûn welatê xwe, bi kêfxweşiyeke mezin vegerin Şengala pîroz. Bi vê re hewcedarî hat dîtin hêzên Asayîşa Êzîdxanê bê avakirin.

Bi rêzê hemû beşên civakê her ku gel vegeriya Şengalê rêxistinên xwe yên sivîl avakirin. Ji bo ku ciwanek Êzîdxanê bê rêxistin nemîne, YCÊ hate avakirin. Ji oldaran bigire heta serokeşîran, ji hunermendan bigire heta dengbêjan, ji siyasetmedarê wê bigire heta şivanên wê herkes bû xwedî rêxistin.

JI BO MAFÊ HÊVIYÊ JI CIVAKA ÊZIDÎ RE NEHÊLIN BÊNAVBER ÊRÎŞ KIRIN

Ji bo ku rêxistinbûna Êzidiyan çênebe, neyarên dînê Êzidiyan her cûre lîstok kirin. Carna wekî êm bidin pez dirav reşandin. Carna jî deriyê Ewropayê jê re vekirin. Di bin navê rêkxirawên (munezime) mirovî de sîxur rêkirin Şengalê. Deriyê dewletê heta ser piştê ji Êzidiyên bê hiş re vekirin. Sînorên Şengalê dîwar, têl û mayîn kirin. Piştî DAÎŞ'ê careke din Şengal dorpêç kirin. Ev jî têrê nekir, êrîş kirin. Kengî dîtin bi şer û bi leşker bi ti awayî nikarin Rêveberiya Xweser tasfiye bikin, bi temamî rêbazên xwe guhartin û bi balafirên bêmirov a bombebarkirî dest bi kuştina pêşengên Êzidiyan kirin.  Civaka Êzidî têra xwe pêşengên xwe yên herî hêja di vê oxirê de dan, lê qet ne poşman in û misqalekê ji ya xwe nehatin xwarê. Êş li ser êşê, ferman li ser fermanê jiyan, lê di hebûn û azadiya xwe de bi israr in. Dibêjin em her hebûn û em ê her hebin. Em weke çiyayên Zagrosê ne, dijmin jî wekî berfa demsalê ye, çiqasî dijwar be jî ew ê rojekê bihele û biçe, lê em ê wekî xwe bimînin serbilind.

Bi kurt û Kurmancî êdî dinya jî xera bibe civaka Êzidî ne bi kesî bawer dike û ne jî îradeya xwe teslîmê ti kesî dike. Kesên di xeyala wan de heye ku wê rojekê Rêveberiya Xweser a Şengalê têkbiçe, em wekî civaka Êzidî soz didin wan di xewna xwe de jî nebînin. Me wekî civaka Êzidî ev destkeftî bi xwînê bi destxistine, em ê bi xwînê jî biparêzin.