BI DÎMEN

Salvegera 9’emîn a damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê hate pîrozkirin

Li Şengalê bi wesîleya salvegera 9’emîn a damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: “Gelek kes û aliyan xwest ku ev meclîs neyê avakirin, lê bi hêz û îradeya gelê me hemû planên wan têk çûn.”

Îro 9 sal li ser Avabûna Meclîsa Avaker a Şengalê re derbas dibin, ku di 9'ê Çileya Sala 2015'an de hatibû îlankirin. Di salvegera 9’emîn avakirina meclîsê de sazî û dezgehên rêvberiya xweser a Şengalê li goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan a li çiyayê Şengalê kom bûn û bi daxuyaniyekê avakirina meclîsê pîroz kirin.

Nûnerên PADÊ'yê, TAJÊ'yê û saziya malbatên Şehîdan, meclîsên gel, şaredarî û çand û hunerê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Bi wesîleya avakirina meclîsê daxuyanî ji aliyê meclîsa xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan ve hate dayîn.

Di serîde Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayif Şemo axivî û bang li hikûmeta Iraqê kir da ku rêveberiya xweser a Şengalê nas bike. Nayif Şemo got: “Meclîs li ser esasê parastina civaka Êzidî hate pêkanîn.”

Ji Saziya Malbatên Şehîdan berdevka saziyê Pakîza Celal jî axivî û got: “Di salvegera avakirina meclîsa xweser a Şengalê de sala 2019'an bi hedefgrtina şehîd Zerdeşt û hevalên wî xwestin em gav paşde bavêjin. Lê li hemberî hemû êrîşan me li ber xwe da û em bihêztir bûn.”

Dayîka şehîd Bawer, Pakîz Celal jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê axivî û ev tişt got: “Sibe salvegera şehadeta Fermandar Zerdeşt û hevalên wî ye, em wan lehnegan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin. Em salvegera damezirandina Meclîsa Avaker a Şengalê di şexsê mam Zekî Şengalî de li tevahiya şehîdan û malbatên wan pîroz dikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir jî salvegera 9'emîn a demezirandina Meclîsa Avaker a Şengalê li tevahiya şehîdan pîroz kir û got: “Eger ne ew leheng û cangorî bane û rêya rûmetê ne şopandibana, ev meclîs ne dihate avakirin û em jî niha ne li vir bûn. Gelek kes û aliyan xwest ku ev meclîs neyê avakirin, lê bi hêz û îradeya gelê me hemû planên wan têk çûn.

Em jî li ser navê TAJÊ careke din salvegera damezirandina Meclîsa Avaker li her kesê li vir amade û li tevahiya şehîdên xwe pîroz dikin.”