Xelkê Amedê ji bo diyarkirina namzetên DEM Partiyê deng dide

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetê xwe yên di hilbijartinên xwecihî de li Amed û navçeyên wê dengdan lidar xist.

Li Amed û navçeyên wê ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên xwecihî yên DEM Partiyê dengdana gel tê kirin.

Li navçeyan, beriya destpêkirina dengdana gel, bernamzetan xwe û projeyên xwe dan nasandin.

Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin û 11 jê mêr bi giştî 15 bernamzet ketin pêşbirkê. Derdora 20 hezar delege wê heta êvarê dengê xwe bidin.

Deverên ku dengdan lê tê kirin bi vî rengî ne:

* Peyas: Salona Dawetê ya Zîrve
* Bajarê Nû:  Salona Dawetê ya Kaplan
* Rêzan: Salona Dawetê ya Geterler
* Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun
* Erxenî: Salona Dawetê ya Taş Kardeşler
* Bismil: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Farqîn: Salona Dawetê ya Gold Park
* Şankuş: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Çermûg: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Gêl: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Karaz. Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Licê: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Pasûr: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Piran: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Hezro: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê
* Xana Axpar: Avahiya navçeyê ya DEM Partiyê

Li gelek bajaran jî wê piştî nîvro tûra duyemîn a dengdanê pêk were.