Li 4 navçeyên Amed û Şirnexê pêşhilbijartin ji nû ve destpê kir

Li navçeyên Peyas, Farqîn û Bismilê yên Amedê û navçeya Cizîr a Şirnexê pêşhilbijartina DEM Partiyê ya ku ji ber pirsgirêkên teknîkî hatibû taloqkirin, ji nû ve destpê kir.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê û endamên meclisa şaredariyê, li Amed û navçeyê wê duh pêşhilbijartin lidar xist. 

Li hinek navçeyan bernamzet ji bo tura duyemîn man û li navçeyên Peyas, Farqîn û Bismilê jî ji ber sedemên teknîkî pêşhilbijartin hatibûn betalkirin. Pêşhilbijartina li van navçeyan îro dîsa destpê kir. 

Pêşhilbijartina li navçeya Peyasê li Eywana Dawetan a Ayaz Elganceyê hat destpêkirin. Ji bo dengdayînê 24 sindoq hatin danîn. 

Pêşhilbijartina li navçeya Farqînê jî li Eywana Dawetan a Gold Parkê tê lidarxistin. Li navçeya Bismilê jî li Eywana Dawetan a Zalê tê lidarxistin. 

Tevlîbûneke zêde ji bo hilbijartinan heye û di dema dengdayînê de dîmenên rengîn derketin holê. Delegeyên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, dengên xwe didin.

CIZÎR

Pêşhilbijartina ku li navçeya Cizîr a Şirnexê jî ji ber pirsgirêkên teknîkî hatibû betalkirin, îro li Eywana Dawetê ya Azîzoglû destpê kir.

2 hezar û 433 delege wê li eywanê dengê xwe bidin. 13 sindoq li eywanê hatin danîn.

Pêşhilbijartin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Ji Meclîsa Partiyê yê DEM Partiyê Zeyat Ceylan daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Ceylan destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda mutleq divê têkoşîneke bê şert û merc were weşandin û got: “Muxatabê pirsgirêka Kurd Îmralî ye.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordû jî bal kişand ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.

Piştre 8 jê mêr û 4 jê jin bi giştî 12 bernamzetên hevserokatiyê xwe dan naskirin û pêşhilbijartin destpê kir.