Encamên dengdana gel a DEM Partiyê

Encamên dengdana gel a ji bo diyarkirina namzetên DEM Partiyê yên hilbijartinên xwecihî li dehan bajaran diyar bûn. Li hin bajaran hilbijartina namzetan ji tûra duyemîn re ma.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de xebatÊn xwe didomîne. DEM Partî ji bo diyarkirina hevşaredaran û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, li 10 bajar û gelek navçeyên wan pêşhilbijartinan li dar dixe. Di pêşhilbijartinê de bi dehhezaran delegeyan dengên xwe dan. Li gelek bajaran ji ber ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50’î derbas nekirin, hilbijartin ji bo tura duyemîn man. Li hinek bajaran hejmartina dengan heta serê sibehê berdewam kirin.

Hinek bajarên encamên hilbijartinan wiha ne: 

SÊRT

Li navenda Sêrtê 5 jê jin bi giştî 17 bernamzet ketin hilbijartinê. 9 sindoq hatin danîn ne bernamzetên jin ne jî yên zilam tu kesî rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man. Di tura yekemîn de bernamzetên jin û zilam ên herî zêde deng standin wiha ne: 
 
* Hatîce Tay: 340
 
* Safiye Alagaş: 294
 
* Mehmet Kaysi: 301
 
* Mehmet Salîm Ozalp: 243
 
MISIRC 
 
Li navçeya Misirc a Sêrtê jî pêşhilbijartin hate lidarxistin. 5 jê jin bi giştî 18 bernamzet ketin hilbijartinê. Li 3 sindoqan 532 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Belkiz Beştaş Epozdemîr: 113
 
* Sadiye Aktin: 85
 
* Alî Riza Bîngol: 198
 
* Ahmet Dayan: 100
 
Li navenda Sêrtê û navçeya Misircê dê îro saet di 10.00’an de tura duyemîn a hilbijartinan bê lidarxistin. 
 
ÇEWLIG
 
Li navenda Çewligê pêşhilbijartin li Navenda Ciwanan a Bîngolê hate lidarxistin. 388 delegeyan dengê xwe dan. Tenê bernamzetên mêr ketin hilbijartinê. 3 bernamzet hene û hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Cuma Karaaslan: 179
 
* Aydin Burçîn: 151
 
Bernamzeta hevşaredariyê ya jin dê ji hêla komîsyona navendî ve bê diyarkirin. 
 
KANÎREŞ
 
Li navçeya Kanîreş a Çewligê sindoqa hilbijartinê li avahiya partiyê hate danîn. 250 delegeyan dengê xwe dan. Li vir du bernamzetên mêr ketin hilbijartinê. Mehmet Genç bi 180 dengan bû yekemîn. Bernamzeta jin dê ji hêla komîsyona navendî ve bê diyarkirin. 
 
DEP
 
Li navçeya Depê ya Xarpêtê hilbijartin li avahiya partiyê hate lidarxistin û 286 delegeyan dengê xwe dan. 4 bernamzetên mêr ketin hilbijartinê. Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Orhan Ayik: 114
 
* Cafer Ugur: 84 
 
Ji jinan tenê yekê ji bo bernamzetiyê serlêdan kir. Hat zanîn ku dê hevşaredara jin ji hêla komîsyona navendî ve bê diyarkirin. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê ji bo hevaşeredariyê 9 jê jin bi giştî 29 bernamzet ketin hilbijartinê. 18 sindoq hatin danîn û 2 hezar û 410 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Gulistan Sonuk: 815
 
* Gurbet Dogan: 437
 
* Mehdî Oztuzun: 691
 
* Ferhat Ataca: 408
 
Delege dê îro careke din biçin ser sindoqan. 
 
HEZO 
 
Li navçeya Hezo ya Êlihê jî 326 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Mehmet Raşît Haşîmî: 83 
 
* Nîzam Arzik: 56 
 
* Nazîme Avci: 105 
 
* Hulya Oztekîn: 107 
 
QÛBÎN
 
Li navçeya Qûbîn a Êlihê jî 6 bernamzetên zilam ketin hilbijartinê. 200 delegeyan dengê xwe dan. Parêzer Mehmet Akîf Akin bi 89 dengan bû bernamzetê herî zêde deng wergirtî. Namzeta jin dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin. 
 
KERCEWS
 
Li navçeya Kercewsê 134 delegeyan dengê xwe dan. Yilmaz Suphî Aslan bi ser ji wedî 50’ê deng wergirt. Namzeta hevşaredariyê ya jin jî dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin. 
 
WAN
 
Ji bo hevşaredariya bajarê mezin a Wanê 3 jê jin bi giştî 12 bernamzet ketin hilbijartinê. Ji bernamzetên jin Neslîhan Şedal hezar û 958 deng stand û rêjeya ji sedî 50+1 derbas kir. Hilbijartina bernamzetên zilam jî ji bo tura duyemîn ma. 
 
* Mûstafa Avci: Hezar û 374 
 
* Abdullah Zeydan: Hezar û 429 
 
WESTAN 
 
Li navçeya Westanê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Bedrettîn Dînçer: 35 
 
* Rûknettîn Hakan: 32 
 
Dê namzeta jin ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin. 
 
ŞAX 
 
Li navçeya Şaxê hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Reşat Eraslan: 107
 
* Alî Osman Baran: 47
 
Dê namzeta jin ji hêla komîsyonê ve bê diyarkirin. 
 
ERDÎŞ
 
Li navçeya Erdîşê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Baran Bîlîcî: 301
 
* Şakîr Asil: 123 
 
* Guler Temel 191
 
* Menekşe Kizildere: 176 
 
RÊYA ARMÛŞÊ
 
Li navçeya Rêya Armûşê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Rojbîn Bor: 430 
 
* Canan Uzunay: 409 
 
* Cevdet Altundag: 321
 
* Şerîf Durmaz: 249 
 
ARTEMÊTAN
 
Li navçeya Artêmetanê hejmartina dengan heta derengiya şevê dom kir. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Rabîa Başak Koç: 163 
 
* Ozlem Tucî: 144 
 
* Cemîl Komî: 199 
 
* Tahsîn Tîmur: 106 
 
ELBAK
 
Li navçeya Elbakê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Şengul Polat: 115 
 
* Gulistan Bozkurt: 66 
 
* Fevzî Caner: 119 
 
* Mehmet Salîh Ozdemîr: 68 
 
TÛŞBA
 
Li navçeya Tûşbayê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Hanim Akkuş: 220 
 
* Serap Guvenç: 80 
 
* Umît Keser: 140 
 
* Servet Arslan: 120 
 
ERZIROM/XINÛS 
 
Li navçeya Xinûs a Erziromê bernamzetên mêr ketin hilbijartinê. Namzeta jin dê ji hêla komîsyona navendî ve bê diyarkirin. Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma. Encamên tura yekemîn a hilbijartinê wiha ye: 
 
* Ahmet Tîma: 53
 
* Naîm Demîr: 47 
 
QEREYAZI
 
Li navçeya Qereyaziyê hilbijartin ji bo tura duyemîn ma. Tenê bernamzetên mêr ketin hilbijartinê û di saetên şevê de jî tura duyemîn hate kirin. Fuat Tutkun bi 129 dengan bi ser ket. 
 
QEREÇOBAN
 
Encamên hilbijartina li navçeya Qereçobanê wiha ne: 
 
* Kazim Erhan: 60 
 
* Halît Uvun: 45 
 
Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma. Namzeta jin dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin. 
 
TATOS
 
Li navçeya Tatosê hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Abdurrahman Sever: 89
 
* Nîhat Tek: 34 
 
Namzeta jin dê ji hêla komîsyonê ve bê diyarkirin. 
 
COLEMÊRG 
 
Hilbijartina li navenda Colemêrgê ji bo tura duyemîn ma. Ne jin ne jî zilam tu bernamzetan rêjeya ji sedî 50’ê derbas nekirin: 
 
* Viyan Tekçe: 315
 
* Sînem Seven: 248
 
* Şukru Çalli: 272 
 
* Mehmet Siddik Akiş: 240
 
ŞEMZÎNAN
 
Hilbijartina li navçeya Şemzînanê li Organîzasyona Pêsanê ya li Taxa Pêsanê hat lidarxistin. Ji bernamzetên jin Nazdar Opengîn bi 281 dengan hate hilbijartin. Ji namzetên zilam tu kesî rêjeya ji sedî 50’ê derbas nekir. Tura duyemîn hat lidarxistin. Naîf Erogûz bi 263 dengan hate hilbijartin. 
 
MÛŞ 
 
Hilbijartinên li navenda Mûşê ji bo tura duyemîn man: 
 
* Sirri Soylemez: 204
 
* Mehmet Suat Ertugrul: 122 
 
Hat zanîn ku namzeta jin dê ji hêla komîsyonê ve bê hilbijartin. 
 
KOP 
 
Li navçeya Kopê jî ji bernamzetên jin Aryan Dogan bi 212 dengan hate hilbijartin. Hilbijartina namzetê zilam ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Arafat Kardagi: 89 
 
* Abdullah Tokyay: 80 
 
MILAZGIR
 
Li navçeya Milazgirê ji bernamzetên jin Gulistan Ozel bi 217 dengan û yê zilam Ahmet Kenan Turker jî bi 236 dengan hate hilbijartin. 
 
GIMGIM
 
Li navçeya Gimgimê Giyasettîn Aydemîr bi 233 dengan û Gulbahar Kaya jî bi 118 dengan hate hilbijartin. 
 
ÎDIR 
 
Li navenda Îdirê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Mehmet Nûrî Guneş: 177
 
* Mehmet Çîrka: 70
 
* Huseyîn Akçin: 70 
 
* Nejla Kul: 200
 
* Evîn Serhat: 114 
 
TOZAN 
 
Li navçeya Tozanê bernamzetên zilam ketin hilbijratin û ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Mûstafa Maman: 45
 
* Yilmaz Korkusuz: 43
 
Namzeta jin dê ji hêla komîsyonê ve bê hilbijartin. 
 
AGIRÎ
 
Li navenda Agiriyê Hazal Aras bi 283 dengan hate hilbijartin. Namzetên zilam ji bo tura duyemîn man: 
 
* Maşuk Arpaç: 93
 
* Memet Akkuş: 89 
 
BAZÎD 
 
Li navçeya Bazîdê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Kenan Alkan: 227
 
* Nûrî Çelîk: 148 
 
* Gonul Ozturk: 140
 
* Aygul Aşan: 134 
 
PANOS
 
Li navçeya Panosê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Rojbîn Kartal: 176
 
* Solmaz Ozlen: 192 
 
* Mîr Bedîrhan Ayaz: 113
 
* Cabîr Tozan: 119 
 
GIYADÎN
 
Li navçeya Giyadînê bernamzetên zilam ketin pêşbirkê. Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Adnan Dogan: 74
 
* Evren Demîr: 49 
 
Namzeta jin dê ji hêla komîsyonê ve bê hilbijartin. 
 
MÊRDÎN 
 
Li navenda Mêrdînê 5 hezar û 359 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Ahmet Turk: 2 hezar û 540 
 
* Azad Yildirim: 703 
 
* Devrîm Demîr: Hezar û 788 
 
* Gulîzar Îpek Bîlek: Hezar û 665 
 
QOSER
 
Li navçeya Qoserê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Zeynî Îpek: 338
 
* Abdlganî Ferîtogûllari: 302
 
* Hamdiye Bîlek Turgay: 524
 
* Selma Ozel Asî: 293
 
NISÊBÎN
 
Hilbijartina Nisêbînê ji bo tura duyemîn man: 
 
* Ferhat Kut: 385
 
* Selahattîn Ay: 340
 
* Gulistan Duran Altuntaş: 338
 
* Gulbîn Şahîn: 316 
 
STÊWR
 
Li navçeya Stêwrê hilbijartin di tura yekemîn de biencam bû. Selahattîn Onder bi 156 dengan û Hatîce Oncu jî bi 166 dengan hate hilbijartin. 
 
KERBORAN
 
Li navçeya Kerboranê Asya Gezer di tura yekemîn de hate hilbijartin. Hilbijartina bernamzetên zilam ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Îdrîs Çevîk: 60
 
* Azîz Akın: 52
 
DÊRIK
 
Li navçeya Dêrsikê Songul Ozbahçecî bi 380 dengan hate hilbijartin. Hilbijartina bernamzetên zilam ji bo tuda duyemîn ma: 
 
* Cengîz Temellî: 172
 
* Servet Demîr: 104
 
ARTÛKLU
 
Li navçeya Artukluyê ji bo bernamzetên jin hilbijartin nehat lidarxistin. Hilbijartina bernamzetên zilam ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Mehmet Alî Amak: 218
 
* Seyîthan Alkan: 165
 
ŞEMREX
 
Li navçeya Şemrexê hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Kudret Uçuk: 205
 
* Medîne Aksoy: 77
 
* Hamdîn Demîr: 99
 
* Yilmaz Şan: 82
 
ŞIRNEX
 
Li navenda Şirnexê bi giştî ji 740 delegeyan 445’an dengê xwe dan. Hilbijartin li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin û 3 bernamzetên zilam ketin hilbijartinê: 
 
* Turan Saltan: 331 
 
* Sabrî Soysal: 76 oy
 
* Osman Cavlak: 38 
 
Ji bernamzetan Turan Saltan ji sedî 50’î zêdetirî dengan wergirt. Bi vê yekê re hilbijartin di tura yekemîn de bidawî bû. 
 
SILOPIYA  
 
Li navçeya Silopiyayê 5 jê jin bi giştî 18 bernamzet ketin hilbijartinê. Hezar û 128 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn man: 
 
* Jiyan Ormanli: 453
 
* Asuman Kulter: 236
 
* Renas Nadîr Onuk: 225
 
* Selehattîn Orak: 218 
 
Tura duyemîn a hilbijartinan îro saet di 13.00’an de li Parka Ahmet Kaya dest pê dike. 
 
HEZEX
 
Hilbijartina ku li avahiya DEM Partiyê ya Hezexê hat lidarxistin ji bo tura duyemîn ma. 6 bernamzet ketin hilbijartinê. Li ser 3 sindoqan bi giştî 377 delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Dogan Adibellî: 140
 
* Ahmet Îdem: 110
 
AKDENÎZ
 
Duh li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî delegeyan dengê xwe dan. Hilbijartin ji bo tura duyemîn ma: 
 
* Mehmet Altuntaş: 307 
 
* Hoşyar Sariyildiz: 271 
 
* Nûriye Arslan: 260
 
* Zerîfe Genç: 157