Şaredariya Silopiyayê bi derfetên kêm xebitî

Yek ji 6 şaredariyên HDP'yî yên ku qeyûm lê hate bicihkirin Şaredariya Silopiyayê, di nava 5 salan de bi derfetên kêm û li gel zextan, hewl da şaredariya gel bike.

Hevşaredarê Silopiyayê Sulyeman Şavlûk got, "Budçeya me kêm bû, bajar veguherîbû xirbe. Me bajarekî welê dewr wergirt û binesaziya wê ya ser û binê erdê xera bûbû. Bi gel re me şaredarî bi rê ve bir û pirsgirêk çareser kir.

Di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019'an de HDP'ê 3 jê bajarê mezin, 5 jê bajar, 45 jê navçe û 12 jê bajarok bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibû. Niha hejmara şaredariyên ku qeyûm lê nehatiye bicihkirin û nehatiye desteserkirin 6 e. Yek ji van jî Şaredariya Silopiyayê ye. Hevşaredar Suleyman Şavlûk qala kar, şaredariya gel, armancên DEM Partiyê kir.

Şavlûk anî ziman ku sala 2019'an dema hatin hilbijartin wan bi gel û rêxistinên civakî yên sivîl re civîn çêkirin, plana 5 salan amade kirin û xistin dewrê.

70 MILYON DEYN HATE DAYIN

Şavlûk bi bîr xist ku şaredarî di nava deynan de bû, nikarîbû xizmetê bike û got, "Dema em hatin 133 milyon deynên qeyûm hebû, 123 milyon deynê DSÎ û 15 milyon deynê TEDAŞ'ê hebû. Me bi 273 milyon lîre deyn şaredarî dewr wergirt. Budçeya me kêm bû, bajar xera bûbû. Me bajarekî welê dewr wergirt ku binesaziya wê ya ser û binê erdê xera bûbû. Me bi gel re şaredarî bi rê ve bir û ev pirsgirêk çareser kir. Her sal mîlyonek lîre ji şaredariya me tê birîn, ji ber van deynan. Me heta niha 70 milyon deyn da, di nava 5 salan de."

JI SEDÎ 130 MÛÇEYÊ XEBATKARAN HATE ZÊDEKIRIN

Şavlûk anî ziman ku ji bo xebatkarên şaredariyê ji aliyê aborî ve zerarê nebînin, bi sendîkayê re wan peymana kar a tomerî bi rêjeyeke di ser asta Tirkiyeyê re ye îmze kirine û diya rkir ku wan ji sedî 130 mûçeyên karkeran zêde kirin, mafên civakî hemû dane wan.

Şavlûk ragihand ku wan hejmara personelan ji 328'an gihandine 476'an û hatin û çûyînên şaredariyê jî bi rêk û pêk li bîllboardan daliqandine, bi vî rengî her tim hesa dane gel.

HIN JI XEBATÊN ŞAREDARIYÊ

Hin ji xebatên şaredariyê yên 5 salan bi vî rengî ne:

* Çûn û hatina bi wesayitên girseyî ji bo jin û xwendekaran bi 25 qurişî, ji bo mêran bi 50 qurişî.

* Di dema şewba koronayê de alîkarî ji 11 hezar û 380 malbatî re hate dayin.

* Fatûreyên avê yên ji bo malbatekê mehane bi 11 lîreyî hate destnîşankirin.

* Hemû mafên civakî yên xebatkarên şaredariyê hatin dayin, mûçe ji 130 hatin zêdekirin.

* Li navçeyê ji bo mirovên ku pêwîstiya xwe bi kursiya astengdariyê heye, kursî hate peydakirin.

* Li navçeyê û taxên wê şano û konser hatin lidarxistin.

* Hin qadên çandiniyê yên nedihatin xebitandin, hatin çandin û hatineya wê li malbatên xizan hatin belavkirin.

* Bi Marketa Hêvî ya ji aliyê şaredariyê hate vekirin re alîkarî li malbatên xizan hate belavkirin.

* Bi Navenda Piştevaniya Jinê ya Dayika Taybet piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî ji jinan re hate dayin.

* Bi Pirtûkxaneya Mîr Celdaet Bedirxan re ji bo xwendekaran warekî ji bo karkirina li ser dersan hate avakirin.

* Li navçeyê ji bo pêşî li dejenerebûnê bê girtin bi rêk û pêk tûrnûvaya futbolê hate lidarxistin.

* Bi Hevşaredar Adalet Fîdan re bi jinan re bi rêk û pêk civîn hatin lidarxistin, jin tevlî rêveberiya navçeyê hatin kirin.

* Di dema ezmûnên zanîngehê de ji bo xwendekarên li navenda Şirnexê yan jî navçeyên cuda biçin ezmûnê, derfetê bêpere yê çûn û hatinê hate dayin.

* Ji bo jinan atolyeyên perwerdeyê hatin avakirin.

* Ji bo heywanên li kolanan navenda tedawiyê hate avakirin.

* Bi Bazara Kedê ya Jinê ya li navenda navçeyê re ji bo jinan bi kirêyeke kêm cihên kar hatin kirêkirin.

* Li tevahiya navçeyê hewl hate dayin ku pirsgirêkên binesaziyê bêne çareserkirin. Li gelek taxan pirsgirêkên rê û binesaziyê hatin çareserkirin.

* Li navçeyê parkên zarokan hatin çêkirin.

* Di bin sîwana şaredariyê de kursa Kurdî ya bê pere hate vekirin.