Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 29 hezarî bû

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji destpêkirina şerê Xezeyê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de 28 hezar û 775 kes hatin kuştin ku piranî ji wan jin, zarok û ciwan bûn.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 112 kes mirin.

Wezaretê diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan gihişt 28 hezar û 775 kesî û 68 hezar û 552 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê ragihand ku piştî hêzên Îsraîlê kontrol xiste destê xwe, li nexweşxaneyeke li Xezeyê ji ber qutbûna elektrîkê dabînkirina oksîjenê sekinî û 4 nexweş mirin.

Wezaretê destnîşan kir ku li nexweşxaneya Nasser a li Han Yûnûsê jî ji jiyana 9 nexweşan bi fikar in û got, hêzên Îsraîlê ji jiyana nexweş û personelan berpirsyar e.

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû şeva Pêncşemê nerazîbûn nîşanî plana ku ji aliyê rojnameya Post a Washîngton a Emerîkî ve hate vegotin da û ji dervey çarçoveya destpêkirina ji nû ve muzakereyên aştiyê yên Îsraîl-Fîlîstînê, red kir ku dewleteke Fîlîstînê di qada navneteweyî de nas bike.

Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniya li ser X’ê dayî de, ev îdîa kir: “Piştî komkujiya 7’ê Cotmehê nasandineke bi vî rengî ji bo terorîzma ku mîna wê nehatî dîtin wê bibe xelateke mezin û wê peymaneke aştiyê ya ji bo siberojê asteng bike.”