Nûçeya Lezgîn: Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
BI DÎMEN

Li Kobanê 'Navenda Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan' hat vekirin

Navenda Înîsiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê hat vekirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyayê li bajarê Qamişlo û Helebê navend heye.


Îro jî navenda sêyemîn li ser asta Kantona Firatê li bajarê Kobanê hat vekirin.

Bi sedan şêniyên Katonê, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan beşdarî vekirina navenda Înîsiyatîva Sûrî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştî rêzgirtinê Berdevka Înîsiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Eyşe Efendî axivî û got: "26 sal in em di hundir de vê têkoşîn û berxwedanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li hemû deverên Kurdistanê dimeşînin. Em di wê hêviyê de ne ku me çawa çeteyên DAÎŞ’ê di Kobanê de têk bir, em ê bi wê têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur jî diyar kir ku ew vekirina navenda Înîsiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê berxwedanê Kobanê li Rêber Apo, gelê Kobanê û şehîdên azadiyê pîroz dikin û ev tişt anî ser ziman: "Ev Înîsiyatîf di rojeke pîroz roja cejna şehîdan 18’ê Gulanê de, roja dîrokî, vekirina navenda Înisîyatîfê pîroz dikin."

Piştîre bana Kesk, Sor û Zer bi destê dayîka bi navê Helîma Reşo ku dayîka sê şehîdane (Şehîd Barîn, Botan û Baran) hat vekirin.

Piştî vekirinê gel derbasî hundirê navendê bûn û wêneyên Rêber Apo û yên şehîdan diyarî endamên Înîsiyatîfê kirin.