BI DÎMEN

Xelkê Şengalê: Meşa azadiya Serok Apo dirêj e, em çiqas bimeşin jî kêm e

Xelkê Şengalê di salvegera komploya navneteweyî de li hev kom bû û bi meşekê ev peyam da: "Em ji bo azadiya Serokatî çiqas bimeşin jî kêm e, meşa azadiya Serokatî meşeke dirêj e. Hêvî û daxwaza me ew e ku sala 2024’an bibe sala azadiya Serokatî."

Di 25’emîn salvegera 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li Şengalê civaka Êzidî û gelê Ereb yek ji meşa herî girseyî ya demên dawî lidarxistin. Bi hezaran Êzidî û pêkhateyên Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan li seytereya Şehîd Gênco ya Kersê kom bûn û heya Baxçê Serokatî ya li Geliyê Kersê meşiyan. Di meşê de hêrsa li dijî komployê jî coşa daxwaza azadiya Rêber Ocalan jî pir mezin bû.

Nûner û rêvebirên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê ku tevlî meşa azadiyê bûn, anîn ziman ku azadiya Rêber Ocalan erk û berpirsyariyeke mezin e di stûyê civaka êzidî de û ew bi hêvî û bawer in sala 2024’an bibe sala azadiya Rêber Ocalan.

Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ û endamê KNK’ê Salih Êzdîn ku beşdarî meşa azadiyê bibû, di destpêka axaftina xwe de bibîrxist ku ev ji 3 salan zêdetir e ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha axivî: ‘’Di nav vê demê de parêzerên wî bi sedan caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine lê ne parêzer ne jî malbata wî pê re hevdîtin nekirine. Me ev meş ji bo azadiya Serok Apo lidarxist. Civaka Êzidî azadiya Serok Apo dixwaze, ji ber ku di fermana 3.8.2014’an de hemû hêzên vê derê pişta xwe dane me û çûn, Êzidî di destê DAIŞ’ê de hiştin. Serok Apo bang li gerîlayên PKK’ê kir ku xwe bigihînin Çiyayê Şengalê. Wan Çiyayê Şengalê ji destê hovan rizgar kirin, bi sedhezaran kes xilas kirin.’’ 

'15'Ê SIBATÊ WEKE ROJA FERMANÊ ROJEKE REŞ E'

Salih Êzdîn diyarkir ku civaka Êzidî azadiya Rêber Ocalan wekî erk û berrpirsyariyekê li ser mile xwe dibîne û got: ‘’Çawa ku di roja teng de Serok Apo bi me ve hat pêwîst e îro jî em rabin ser xwe û daxwaza azadiya wî bikin. Ev erkek e di stûyê me de, ji ber vê civaka Êzidî bi çalakiyên xwe azadiya Serok Apo dixwaze. 

Yek ji beşdarên meşa azadiyê Zozan Şengalî jî got ew ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiyên xwe berfirehtir dikin û wiha berdewam kir: ‘’Çawa ku di roja fermanê de ew bi hawara me ve hat îro roj me jî divê em ji bo azadiya wî rabin ser xwe. Îro salvegera 15’ê Sibatê ye ku Serokatî di vê rojê de hate girtin, çawa ku roja fermanê ji bo civaka Êzidî rojeke reş bû, em 15’ê Sibatê jî wekî roja fermanê roja reş dibînin.’’

'SALA 2024'AN BIBE SALA AZADIYA SEROK APO'

Zozan Şengalî da zanîn ku îro roj hemû gele Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan rabûye ser xwe û wiha pê de çû: ‘’Me azadiya Serokatî divê, dema Serokatî azad bû jina Êzidî azad dibe. Dema jin azad dibe, civak jî pê re azad dibe. Em ji bo azadiya Serokatî çiqas bimeşin jî em dibêjin kêm e. Meşa azadiya Serokatî meşeke dirêj e. Hêvî û daxwaza me ew e ku sala 2024’an bibe sala azadiya Serokatî. Serokatî azad be û di nav çar parçeyên Kurdistanê û Êzîdxanê de kar û xebatê xwe bike.’’ 

'XELKÊ ŞENGALÊ JI BO AZADIYA SEROKÊ XWE LI HEV KOM BÛYE'

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen ku tevlî meşê bû, komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got: "Hêviya me ji xwedê ew e ku Serok Apo azad be, destê me bigihe hevûdû û em Şengala xwe jî azad bikin. Îro gelê Şengalê ji hemû gund û komelgehan kom bûye da ku roja reş şermezar bike û azadiya serokê xwe bixwaze. Her wiha, li gel civaka Êzidî birayên me ji gele Ereb jî amade ne da ku azadiya Serok Apo bixwazin."