Komploya 15’ê Sibatê: Asayîşa Silêmaniyê zêdetirî 20 kesan binçav kir

 Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li Silêmaniyê meşek hat lidarxistin. Asayîşa Silêmaniyê destûr neda meşê û zêdeyî 20 kes binçav kirin. 

Meşa ku bi boneya 25’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû kirin, ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hat astengkirin. Zêdeyî 20 kesên ku beşdarî meşê bûn hatin binçavkirin. 

Hate hînbûn ku di nava kesên hatine binçavkirin de hevserokên Tevgera Azadî Tara Huseyîn û Selam Abdulah û hevserokên Silêmanî Tevger jî hene. 

HEWLÊR 

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.