'Yên li ber kampanya azadiya Ocalan rabin, netewebûna xwe cihê gumanan e'

Komîteya 'Azadî ji bo Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê' nerazîbûn nîşanî astengiya li Silêmaniyeyê ya li pêşiya çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihata lidarxistin.

Komîteya 'Azadiya Abdullah Ocalan a Başûrê Kurdistanê' têkildarî astengiyên rêveberî û asayişa Silêmaniyê yên di 15’ê Sibatê de li hemberî azadîxwaz û têkoşerên azadiyê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de, wekî gelek bajarên Kurdistanê dê li Silêmaniyê jî komployaya navneteweyî bihata şermezarkirin. Lê belê mixabin tiştê ku gelê me ji rêveberî û dezgehên asayişê yên bajarê Silêmaniyê hêvî nedikir, rûda ku ew jî astengkirina lidarxistina çalakiyê bû. Di vê rojê de li hemû bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev çalakî hate lidarxistin. Berevajî gelek deverên din ên dinyayê, bi hêzeke zêde pêşî li xwepêşandanê hate girtin. Ne tenê pêşîgirtin, her wiha dûr ji hemû prensîbên demokrasiyê, gelek rojnameger hatin neçarkirin ku ji Kolana Salimkiran dûr bikevin û piştre sî kes hatin destgîrkirin ku di nav wan de Hevserokên Tevgera Azadiyê û sê rojnameger jî hebûn.

Em wek Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Başûrê Kurdistanê rewşa siyasî û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rêveberî û xelkê Silêmaniyê fam dikin, lê belê em wê yekê destnîşan dikin ku eger Tirkiye hinceta van fişaran be, wê demê em bi îradeyeke şoreşgerî ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê re dibêjin ku her kes û aliyê ku biçe nav dijayetîkirina kampanyaya azadiya birêz Ocalan, bê guman prensîbên exlaqî û neteweyî binpê dike. Her aliyê ku di vê mijarê de hevkariya dewleta dagirker a Tirk bike çi îro çi di siberojê de, dîrok dê neteweyîbûna wan bixe bin gumanê.

Di dawiyê de em tekez dikin ku azadî ji bo Abdullah Ocalan û çareserî ji bo prisgirêka Kurd.”