Di gulebarana hêzên dewleta Îranê de 2 kolber birîndar bûn

Hate ragihandin ku li sînorê Hacî Omeran du kolberên xelkê Pîranşar di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de birîndar bûn.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şeva Îniyê hêzên pasewanên sînor ên Îranê li sînorê Hacî Omeran kolberan gulebaran kirine û encamê de du kolber birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku kolberên birîndarbûyîn bi navê Sedî Mehmudî yê ji gundê Henfawa û Umêd Azerî yê ji gundê Girdbaskî yê Pîranşar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku hedefgirtina kolberan di nava demên borî de bi awayekî berçav zêdebûye ku tenê di meha Çileyê de 14 kolber bi guleya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Maêfn Mirovan, li Rojhilatê Kurdistanê sala borî zêdetirî 30 kolber hatine kuştin û nêzîkî 270 kolber jî birîndarbûne ku ev rêjeya herî zêde ya di nava 10 salên borî deye.