Li Zapê operasyona şoreşgerî: Dagirker ji girekî hatin paqijkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) ragihand ku girekî li herêma Zapê ku dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûye, bi temamî ji dagirkeran hatiye paqijkirin.

HPG-BÎM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Îro saet derdora 13:00’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî ya Zapê operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan hate lidarxistin. Girê ku dijmin lê bi cih bûbû bi temamî ji dagirkeran hate paqijkirin. Gelek çekên dagirkeran hatin desteserkirin, kon û konteynir hatin şewitandin." 

HPG-BÎM'ê diyar kir ku agahiyên berfireh wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.