Zeynep Odûncû: Tecrîd biqede wê bêhn bê ber gelan

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û destnîşan kir, ku dema tecrîd bi dawî bû wê bêhn bê ber gelan.

Meşa meşvanên azadiyê ya ji Wan û Qersê bi rê ket, dewam dike. Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû li ser meşê axivî û destnîşan kir ku meş wê bi serketineke mezin bi encam bibe.

Zeynep Odûncû di roja 14'an e 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û got, "Ji bo avakirina welatekî wekhev ê bi gelên li Kurdistanê re, gava pêwîst azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Bi vê dirûşmê em bi rê ketin. Berê jî pêvajoyeke çareseriyê hebû û ev pêvajoya çareseriyê hatibû têkbirin. Lê belê bûyerên ku di wê demê de qewimîn ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng bûn. Hebûna welatekî ku rondik lê nayê barandin, xwîn nayê rijandin, bêhn tê ber mirovan, çek bêdeng dibin, li nava gel belav bû. Mixabin desthilatdariya ku mase qeliband û got, pêvajoya aştiyê wê nebe, bi vî rengî pêvajo têk bir, hewl da gelên Tirkiyeyê bixe nava tarîtiyê. Ji wê rojê û vir ve me gotibû bê azadiya Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê çiqasî girîng e û hîn jî vê yekê dibêjin. Mixabin 35 sal in bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nayê wergirtin."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE POLÎTÎKAYA ŞER MEZIN BIKE'

Zeynep Odûncû bal kişand ser bandora tecrîdê ya li ser gelên Tirkiyeyê û got, "Ji bo Birêz Abdullah Ocalan bi milyonan mirovî gotin, îradeya min e. Desthilatdariya ku vê îradeyê qebûl nake, razemeniya xwe li ser tunehesibandina Kurdan kir û bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan re hewl da li Tirkiyeyê polîtîkayên şer mezin bike. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên heyî yên perwerde, tenduristî, kuştina jinê, bêcezahiştinê bi hev ve girêdayî ne. Bi feraseteke ku gelekî tune dihesibîne û hewl dide dîl bigire, dewam dike. Eger deriyên Îmraliyê bêne vekirin, tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin jinûve destpê bikin, wê bêhn bê ber gelên Tirkiyeyê. Eger budçeya ku li Tirkiyeyê ji bo şer tê veqetandin ji bo aştiyê bê veqetandin wê ji her alî ve pêşî li Tirkiyeyê vebe, pêşî li gelên Tirkiyeyê vebe, her wiha naskirina statuya gelê Kurd li Kurdistanê wê pêşî li gelên Tirkiyeyê jî veke."

'EM BI HÊVIYEKE MEZIN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN'

Zeynep Odûncû got, "Daxwaza gelê Kurd her tim azadiya Birêz Ocalan û bidestxistina statuya gelê Kurd e" û diyar kir ku di meşê de ew bi coş hatin pêşwazîkirin. Odûncû destnîşan kir ku yekane hêvî û daxwaza gelan ew e ku êdî azadiya fîzîkî ya Ocalan misoger bibe, welatekî ji wekheviyê bê afirandin.

Di dawiya axaftina xwe de Odûncû got, meşa wan wê dawiya dawî bi serketinê bi encam bibe.