KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrişa Koyeyê de sivîlek hate qetilkirin, 3 jî birîndar bûn -NÛ BÛ
Li gundê Kanî Kendî yê navçeya Koyeyê, bi balafireke bombebarkirî a bêmirov êriş li ser wesayitekê hate kirin. Ajokar hate qetilkirin, 3 sivîlên di wesayitê de birîndar bûn. -
Dagirker nikarin ji Zapê bi saxî bifilitin
Hêzên taybet ên artêşa dagirker bi teknolojiya herî dawî ya şer hewl dan ji sê baskan ve bikevin rojavayê Zapê, lê ti ji wan nefilitîn. -
HPG'ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Mîraz Serhed bi rêzdarî bi bîr anî ku par li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Mîraz ku milîtanekî şareza û şoreşgerekî pêşeng bû, bi meşa xwe ya bi biryar wê ji me hevrêyên xwe re bibe mînak." -
'Heta azadiya Rêber Apo pêk were sekin ji me re nîne'
Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê kes nesekine û got, "Başûr wê bibe navend û pêşengê pêngava azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd." -
Li Silêmaniyê ji bo pêngava azadiyê panel hat lidarxistin
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de li bajarê Silêmaniyê panelek hat lidarxistin. Di panelê de behsa girîngiya pêngavê hat kirin û banga xwedîderketin û berfirehkirina pêngavê hat kirin. -
Goreke komî ya din li Tilizêrê hat vekirin
Goreke komî ya din a ji ber qetlîama DAÎŞ’ê ya sala 2014’an mayî, hat vekirin. Êzidî ji cezanebûna kujeran û derketina qanûneke efûyê bi fikar in. -
Gerîla li Serhedê lê da: 5 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Serhedê çalakiyeke koordîneyî kirin. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, trafoyek û mobesseyek hatin îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî hate xistin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî 5 dagirker hatin cezakirin. -
Gerîla TV dîmenê 5 çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê 5 çalakiyên cuda weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin lidarxistin. -
Cenazeyê rojnamevan Salaz bi merasîmekê ber bi Wanê hate birêkirin
Cenazeyê rojnamevan, nivîskar û kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz li Silêmaniyeyê bi merasîmekê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hate şandin. -
HPG'ê şehîd Şoreş Amed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Şoreş Amed bi bîr anî ku sala 2017'an li Botanê şehîd bû û got, "Hevrêyê me Şoreş ku her wezîfeyên zehmet pêk dianî û bi enerjiya xwe ya bêdawî dixebitî, bi wêrekiya xwe bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re." -
Hevserokê PADÊ Hecî: PDK koçberên li kampên Başûr bi kar tîne
Hevserokê PADÊ Hisên Hecî anî ziman ku PDK koçberên li kampên Başûr dimînin weke mertalê bi kar tîne û got: “PDK’ê koçber ji xwe re kiriye propaxandaya hilbijartinê. Divê civaka me neyê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe baş bi kar bînin.” -
Kurd êdî tiliyên xwe di çavên kor ên cîhanê de radikin
Ev çi dikin bila bikin ev doz êdî bi ser ketiye. Kurd êdî tiliyên xwe di çavên kor ên cîhanê de radikin û dibêjin 'em jiyaneke bi rûmet dixwazin'. Xwe nakin hewcedarê kesî. -
Rêdûr bi soza azadiyê 26 rojan li ber xwe da
Rêdûr mehekê li ber xwe da. Soza ku da hevrêyên xwe, soza dilsoziya bi nirxên azadiyê re dubare kir. Tevî ku xwêdan ji eniya wî, xwîn ji bedena wî diherikî, şer kir. -
Li Binarê Qendîlê şivanek hat qetilkirin
Li zozanên Binarê Qendîlê pasdarên Îranê êrîşî çend şivananên li ber pez bûn kirin û di encamê de şivanek hat qetilkirin, du jî birîndar bûn. -
HPG: 7 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên din ên dagirker hatin cezakirin û derb li 2 helîkopteran hate xistin. -
HPG: Hevrê Kerîm Amed tevlî karwanê nemiran bû
HPG'ê nasnameya Kerîm Amed (Haci Kaskat) eşkere kir ku li Metîna şehîd bû û got, "Ala berxwedanê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd wergirt heta dawiyê bi serketî hilda û tevlî karwanê nemiran bû." -
Başûrê Kurdistanê xwedî li Pêngava Azadiyê derket
Li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî derketin. -
Aqûbeta Akdenîz û Gulmez hate pirsîn
Xizmên windayan ji bo Mehmet Salih Akdenîz û Nazim Gulmez ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn windakirin, hatin ba hev. -
Kedkarê Çapemeniya Azad Rojnamevan Necmettîn Salaz jiyana xwe ji dest da
Kedkarê Çapemeniya Azad Necmedîn Salaz li nexweşxaneyek Silêmaniyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla li Zapê dîsa lêxist: 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bê navber dewam dikin. Di çalakiyên li qada Zapê hatin lidarxistin de, 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevrêyên me Îbrahîm û Nûrhak bûn pêşengên Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li Bakurê Kurdistanê bilind bûye.” -
Gerîlayên HPG’ê yên Ereb: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Gerîlayên HPG’ê yên enternasyonalîst têkîldarê armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivîn û bang li gelê Ereb û bi taybet jî ciwanan kirin ku piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê. -
Gerîla Êrîş Bahoz: Dewleta Tirk nikare sing bi sing bi gerîla re şer bike
Gerîla Êrîş Bahoz diyar kir ku dewleta Tirk ne dewletek wisaye ku were singe sing bi hevalan re şer bike û got: “Tenê bi teknîka xwe şer dike. Êdî şert û mercên zivistanê nêz dibin, teknîka ku ew qas jê bawer in wê zivistanê bêbandor bibe.” -
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14 herêmên Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî” hat ragihandin. -
Xelkê Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk protesto kir
Xelkê Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kir.