Ji Şengalê peyama, ‘Rêbertiya Azad, Şengala xweser’

Bi hezaran gelê Êzidî û Ereb ên li Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û peyama, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xweseriya Şengalê misoger bikin" dan.

Li Şengalê bi herzaran gelê Êzidî û Ereb li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşek girseyî li dar xistin. Meclîsên Gel, Desteya Eşayîrî, TAJÊ û gelek sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê tevlî meşê bûn.

Meş li ber seytereya Şehîd Gênco ya Kersê dest pê kir û heta Baxçê Serokatiyê ya li Geliyê Karsê berdewam kir. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dowîz û pankartên “Rêbertiya Azad, Şengala Xweser”, “Kes nikare roja me tarî bike”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Rêber Apo îradeya me ya siyasî ye” û “Bi azadiya fizîkî Rêber Apo, em ê Xweseriya Şengalê mîsoger bikin” hatin hildan.

Di meşê de ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Em ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” berz kirin.

Asayîşa Êzidxanê ji bo ewlehiya meşê tevdîrên ewlehiyê girtin û bi girseyê re heta dawiya meşê meşiyan.

‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE’

Piştî meşê li Baxçeyê Serokatiyê axaftin hatin kirin. Li vir ewilî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê Neam Ilyas axivî û got: “15’ê Sibat rojeke reş e, roja qirkirina hemû gelên bindest û azadîxwazan e. Hemû dewletên navnetewî piştgiriyê dan komployê. 25 sal in Rêber Apo ji bo gelên bindest di nava çar dîwaran de ye. Em weke xelkê Şengalê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û komploya li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Tenê Rêber Apo û şagirtên wî, di roja reş de li me bûn xwedî. Me xwe bi fikrê wî perwerde û rêxistinkiriye, dikarin bi vî awayî xwe ji fermanan biparêzin. Ji ber vêya em azadiya Rêber Apo dixwazin.”

‘EV DÎROKEK REŞ E’

Piştre Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo axivî û got: “Em dixwazin bi şikandina tecrîda li ser Rêber Apo deynê xwe yê li hemberî Rêber Apo bidin. Îstîxbarata Emerîka û Îsraîlê Rêber Apo bi komployekî radestî dewleta Tirk a bê xwedê kirin. Ev dîrokeke reş e. Ev dîrok ji aliyê herkesê ve tê zanîn, lê em dixwazin ev ji aliyê zarokên me û nifşên nû ve neyê ji bîr kirin. Em dikarin bi yekîtiya ruh Rêber Apo azad bikin. Hêvî dikin, şikandina tecrîdê bi destê Şengalê pêk were da ku bikarin kêmek jî be bersiva qenciya wî ya li gelê me kiriye, bidin.”

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo jî Komploya Navnetewî şermezar kir û got: “Me xwest bi meşeke girseyî li dijî komployê bimeşin, ev bersiveke herî mezine ji dijmin re. Em vê rojê, weke roja reş bi nav dikin.”

Meclîsa Gundên Ereb ya Şengalê Hesen El Taîb jî komploya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah li Saziyên navnetewî û Saziyên Mafê Mirovan yên navnetewî kir.

Daxuyanî bi dirûşmên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.