Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Şerîda Xezeyê di bombardûmana hewayî ya Îsraîlê de zêdeyî 100 kes hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Halîl El Dekran daxuyaniyek da Reutersê û got, "Ji doh bi şev û vir ve herî kêm 100 şehîdên me hene. Bombardûmana Îsraîlê hemû malbat tine kir."

Ajansa Nûçeyan a Fîlîstînê WAFA jî ragihand ku li herêmên cuda yên Fîlîstînê di 'komkujiyan' de 108 mirî û bi dehan birîndar hene.

LI KAMPÊ 40 KES HATIN QETILKIRIN

Yek ji êrîşan li kampeke li Xan Yûnûsê bû. Li gorî agahiyan di êrîşa li kampê de 40 kes hatin qetilkirin.

Hamasê êrîş weke 'sûcekî hovane yê din' pênase kir û rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi bilindkirina rageşiyê sûcdar kir.

WAFA'yê diyar kir ku li Zaweyda û Deyr El Balahê li Cibaliye û Beyt Lahyayê malên şêniyan hedef hatin girtin.

Li gorî nûçeyên Reutersê, di êrîşên vê şevê de 3 rojnamevan û malbatên wan jî hatin qetilkirin.