Hêzên YJA Starê çalakî kirin: Derb li kepçeyekê hate xistin

HPG'ê got, "12'ê Sibatê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11'ê Sibatê saet di 07:00 û 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

12'ê Sibatê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 10-15'ê Sibatê de li herêma Garê qadên Zêvkê, Kanî Sarkê, Şiyê, Deşta Kafya, Neqeba Şehîd Amed 6 caran, li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran, li herêma Xakurkê qada Ava Lolanê, Sinînê, Şehîd Şerîf, Girê Berbizina 16 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Bahar û Girê Amediyê 7 caran bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 12'ê Sibatê li herêma Xakurkê qada Geliyê Lolanê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."