Li Bêrecûkê buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hate vekirin

DEM Partiyê li navçeya Bêrecûkê buroya hilbijartinê vekir. Vekirina buroyê veguherî mîtîngê.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hilbijartinên 31’ê Adarê de xebatên xwe û danasîna namzetan didomîne. Di vê çarçoveyê de li navçeya Bêrecûk a Rihayê buroya ewil a hilbijartinê vekir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn. Konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk dihat di ketina bajar ber bi Cadeya Firatê ve hat ku buro lê hat vekirin. Di dema derbasbûna konvoyê de welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê û çepikan piştgirî dan. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn û veguherandin mitîngê. Di vekirina buroyê de welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin. Jin bi cil û bergên kurdî tevlî bûn û dîmenên rengîn derketin holê.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bêrecûkê Hasan Yildiz û Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî ji ber tevlîbûna girseyî spasiya gel kirin. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya û Mehmet Begît axivîn. Di dema vegotina projeyan de girseyê gelek caran bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî" axaftin hatin qutkirin. Begît, got ku dê dawî li pergala axatiyê bînin û dê gel bi xwe Bêrecûkê birêve bibe.

Parlamenter Omer Ocalan jî got ku piştî hilbijartinê dê deriyên şaredariyê li gel bên vekirin û ev tişt anî ziman: “Xelkê Bêrecûkê vê carê biisrar e û dê gelên tirkmen, ereb û kurd bi hev re deriyên şaredariyê vekin. Em ê bi hevalên xwe re êdî ji vê seltenatê re bibêjin bes e. Bila her kes piştgiriyê bide vê. Li rex me Firat derbas dibe lê gundên herî nêz jî bêav in. 5 rêyên diçin Xelfetiyê girtî ne. Dê hevşaredarên me ji bo gel bixebitin. Xwediyê şaredariyê xelkê Bêrecûkê ye. Bila her kes biçe pirsgirêkên xwe vebêje. Şaredarî dorpêç kirine û seltenata xwe ava kirine. Divê ev yek bê mehkûmkirin. Banga me ya ji bo her kesî ev e; dê gel bi destên hev bigirin û şaredariyê birêve bibin. Xizmeta ji bo gel lûtfek nîne. Rêya me rêya heqîqetê ye. Di vê rêyê de dizî, talan, nelirêtî û derew nînin. Piştrast bin ku di rêveberiya DEM Partiyê de nelirêtî û dizî nînin. Dê hevşaredarên me ji bo berjewendiyên gel bixebitin.”

Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Piştre jî hunemendên herêmî derketin ser dikê û heta demekî dirêj stranên kurdî gotin û gel li ber govend gerand.

MÊRDÎN

DEM Partiyê li Mêrdînê namzetên xwe da nasîn. Civîna danasînê li navçeya Qoserê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî civîna danasînê bûn.

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz got ku dê partiya wan li bajar rêjeyeke bilind a dengan wergire û wiha got: “Vê eywanê ji îro ve encama hilbijartinê ya li Mêrdînê jî eşkere kir. Gelê Mêrdînê dê hem li navendê hem jî li navçeyan serkeftineke mezin bi dest bixe.”

Piştre jî namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartinê demekî kin ma ye. Demîr, wiha got: “Em ê ji îro ve bi hemû hêz û îradeya xwe bala xwe bidin ser hilbjartinê. Em ê xebatên xwe li ser vî esasî bimeşînin. Tevahiya şaredariyên me hatine xespkirin. Li dijî polîtîkayên qeyûman em ê bi tevahiya rêxistiniya xwe bixebitin û dawî li vê polîtîkayê bînin.”

Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me ya esasî, xwedîderketina li têkoşîna gelê kurd e. Armanca me ne tenê ew e ku bibin hevşaredar an jî encumen. Divê em siyaseteke ku pêşeroja me diyar bike bimeşînin. Divê em tevek bi hev re tevbigerin. Bêguman hilbijartinên rêveberiyên herêmî girîng in, lingê demokrasiyê yê herêmê ne. Berpirsyartiyeke gelê me heye ku îradeya xwe nîşan bide. Qeyûman îradeya gel xesp kirin. Weke gel em ê li hemberî siyaseta qeyûm li ber xwe bidin. Berpirsyartî tenê li ser milê hevalên me hatine hilbjartin e. Peywireke mezin dikeve ser hemû endam, rêveber û dilxwazên vê partiyê. Heke têkoşîna me ji bo pêşeroja gelê kurd be, wê demê hewcehî bi dilmayînan nîne. Berpirsyartiya me tevan heye ku vê pêvajoyê bi hev re birêve bibin.”

Piştre jî bi namzetan re wêne hatin kişandin. Bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Hat zanîn ku di civînê de ji bo diyarkirina nexşerêya hilbijartinan nîqaş hatin kirin.