Meşvanên Azadiyê: Eger em bi hev re tevbigerin em ê tecrîdê bişikînin

Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê gotin, "Ji îro û pê ve em ê meşa xwe mezin bikin. Gelê me dibêje ku bi tevgereke hevgirtî wê tecrîdê bişikîne."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di 1’ê Sibatê de li Wan û Qersê destpê kir, wê îro bi dawî bibe. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ku meşa xwe ya rastî 25’emîn salvegera komployê anîn li taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê didomînin. Tê payîn ku meşvan piştre biçin gundê Amarayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye.

Meşvanên azadiyê li pêşiya navçeyê bi dirûşmên "Azadiya Serok azadiya gelan e", "Silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin pêşwazîkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan daxuyaniyek da û got, "Îro ji bo me rojeke reş e. Birêz Ocalan bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Em ji bo armancekê bi rê ketin. 25 sal in li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye û 3 sal in agahî jê nayê wergirtin. Weke meşvanên heqîqetê me ji du baskan ve ji bo azadiya welatê xwe, gelê xwe û Birêz Ocalan dest bi meşê kirin."

Omer Ocalan diyar kir ku meşa wan wê ji îro û pê ve hîn mezin bibe û got, "Gelê me dibêje ku bi hewldan û tevgereke hevgirtî dikare tecrîdê bişikîne. Zane ku dema Birêz Ocalan biaxive wê aştî bê vî welatî."

Meşvan piştî daxuyaniyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin.