DEM Partiyê bernameya xwe ya li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir

Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê eşkere kir.

Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bernameya xwe ya têkildarî çalakiyên ku dê di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de li dar bixin aşker kir. Ji bo çalakiyên bi dirûşmeya “Dem dema zimanê kurdî ye” di navbera 18-21’ê sibatê de bên lidarxistin, li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê bi zaravayê kurmancî û kirmanckî yên kurdî pankarta "Ji bo zimanê kurdî her dem têkoşîn li her derê têkoşîn/ Seba ziwanê kurdkî her dem têkoşîn her der de têkoşîn" hate daliqandin. 

Hevberdevkên Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli û Heval Dilbahar bername aşkere kirin. Tûrhalli bi zaravayê kirmanckî, Dilbahar jî bi zaravayê kurmancî bername aşkere kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Bernameya ku her du hevberdevkan eşker kir wiha ye:

"Em weke DEM Partiyê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘Dem dema zimanê kurdî ye!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dest bi vê pêvajoyê bikin. Li ser vê bingehê, em weke partî bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21'ê Sibatê bernameyên cuda cuda li dar bixin. Wek meş, daxuyaniyên çapemeniyê, dersdayîna kurdî, panel, belavkirina belavokan, panel, şahî û çalakiyên di parlementoyê de û hwd.

Di vê çarçoeveyê de di 18'ê sibatê de saet di navbera 18.00 û 22.00'yan de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên gotin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev dê wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin.

Di 20'ê sibatê de dê derbarê kurdî de saet di 21.00'an de xebata hashtagê bê kirin. Di navbera 18 û 21ê sibatê de li navenda bajêr, tax, kolan û qadan dê bernameyên dersdayîna kurdî bên lidarxistin.

Di navbera 19 û 21'ê mehê de li gelek bajar û navçeyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê fermî dê meş û daxuyaniyên çapemeniyê bên lidarxistin û dê sed hezeran belavok bên belavkirin.

Hinek bajarên ku dê ev çalaki lê bên lidarxistin ev in: Bajarên weke Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Semsûr, Dîlok, Riha, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Îzmîr, Manîsa, Aydin, Mûgla, Balikesîr, Enqere, Konya û gelek bajarên din û bi dehan navçeyên wan.

Her wiha di 19-20 û 21'ê sibatê de, parlementerên me derbarê zimanê dayikê de, bi taybetî jî ji bo bidestxistina statuya zimanê kurdî ya fermî û perwerdehiya bi kurdî dê di parlementoyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Em bang û gazî dikin ku li Kurdistanê, ne tenê li bajaran divê hewl bê dayîn ku li hemû navçe, bajarok û gundan û li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn jî çalakiyên ji bo zimanê kurdî bên lidarxistin.

Hemû endamên me yên lijneya rêveberiya navendî û yên meclisa partiyê, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên meclisa jinan, endamên meclisa ciwanan, hevşaredarên me, namzetên hevşaredariyên me, encumenên me yên şaredariyan, endamên me yên meclîsa giştî yên bajaran di asta pêşengiyê de tevlî hemû bernameyên me yên zimanê bibin.

Em bangî hemû gelê xwe û beşdarên xwe dikin ku bi cilûbergên kurdewar an ku bi kiras û fistan, şal û şapikan tevli bernameyan bibin û bi dirûşmê bi kurdî dengê xwe li her derê bilind bikin, bi pankart û dowîzên bi kurdî rengekî kurdewar bidin bernameyan."