Nûçeya Lezgîn: Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

KJK'ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

Koordînasyona KJK'ê di şexsê Hakî Karer, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de şehîdên meha Gulanê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr anî û ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdên meha Gulanê bang kir.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek da, şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Di dîroka me ya têkoşînê de meha Gulanê weke meha şehîdan bi wate bûye."

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Meha Gulanê ew meh e ku ji bo hêjayî şehîdan bin û bersiva herî bi wate bide bîranînên wan, gava destpêkê lê hate avêtin. Di 18'ê Gulana 1977'an de piştî ku hevrê Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot 'Ruhê min ê veşartî ye' hate şehîdxistin, ji bo dilsoziya bi şehîdan re biryara avakirina PKK'ê da. Ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Denîz, Yûsûf û Huseyînan li sêdarê, Sînan, Alpaslan û Kadîran li Nûrheqê, Îbrahîm Kaypakkaya li odeyên êşkenceyê nemir bûn, sembola çalakiyên Geziyê Destan, Ûlaş Bayraktaoglû Û şehîdên Geziyê mîrateyeke mezin ji me şopdarên xwe re hiştin. Di şoreşa Kurdistanê de ji hevrê Hakî Karer heta bi Halîl Çavgûn, Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî, Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn, Gûrbet Aydin, Ayten Bagok, Rojbîn Serhat, Hêlîn, Mesla Mûnzûr û Şîrîn Elemhûlî, Erdal, Êrîş û Andok, Ferzad Kemanger û Kasim Engîn bi sedan şehîdên me nirx tevlî nirxên şoreşa Kurdistanê kirin û tevlî karwanê nemiran bûn. Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bi nemirbûyîna xwe şoreşa yekbûyî û nirxên demokrasiyê afirandin. Di dîroka me ya têkoşînê de meha Gulanê weke meha şehîdan bi vî rengî bi wate bû, bû xwedî nirx.

'TÊKOŞÎNA JI BO HÊJAYÎ WAN BE'

Herî dawî di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de şehadeta hevalên Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn ên di demên cuda de tevlî karwanê nemiran bûn, hate ragihandin. Di şexsê hevalên Fûat û Riza de em şehîdên xwe yên meha Gulanê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Şehîdan jiyan, xeyal, hêvî, îrade û hesreta xwe danîn holê û şer kirin; jiyan, lê li gel vê yekê jî timî xwe li pêşberî gelê xwe deyndar didîtin. Her yek ji wan ji bo jiyaneke bi rûmet û azad bi rê ketin, bi têkoşîn, jiyana xwe bi xwe bûn rê. Me jî hêza xwe ya têkoşînê û îradeya xwe ji van hevrêyên leheng wergirtin. Weke ku Rêber Apo got, 'Têkoşîna me di heman demê de têkoşîna ji bo hêjabûyîna ji şehîdan re ye'. Têkoşîna me ew têkoşîn e ku têkoŞîna van hevrêyên leheng ên bû partîbûnên rasteqîn mezin bikin û hêjayî wan bibin.

ŞEHÎDÊN DAWÎ YÊN HATIN RAGIHANDIN ÊN XELEKA NIRXAN

Ji şehîdên herî dawî hatin ragihandin ên xeleka van nirxan, kadroyê rêber ê damezrîner ê PKK'ê hevrê Fûat bû sembola 'Dilsoziya bi Rêbertî re, Heqîqet û Jiyana Pîroz'. Tevahiya jiyana xwe weke derwêşekî jiya. Weke lêgerînerekî heqîqetê yê jiyanê, li pey wateyê beziya. Hevrê Fûat xwe bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xurt kir, xemiland û weke hevrêyekî jinê jiya. Di kesayetiya xwe de hem taybetmendiyên mêr ên hegemon ji holê rakir, hem jî bi gotina Rêber Apo di şexsê xwe de mêrtî kuşt, ji bo afirandina hevrêtiya jinê ya herî bi wate û pak têkoşiya.

Kadroyê pêşeng ê civaka polîtîk û exlaqî hevalê Fûat têkiliya moralê ya exlaqî derxist holê û jiyana xwe bi moraleke mezin jiya. Bersivdayina li kêliya şoreşgerî jî hevalê Fûat tevahiya jiyana xwe weke şoreşgerekî kêliyê jiya. Şoreşgerekî mezin bû ku bi aqil û hestê meşiya. Rêber Apo got, 'Parêznameyên min li ku be ez jî li wir im'. Hevalê Fûat 24 saetan parêzname xwend, 24 saetan bi Rêber Apo re jiya. Ya herî girîng jî ev nirx ne tenê di kesayetiya xwe de afirand, her wiha ji bo civakîbûna wê jî hewl da.

HEVRÊYÊ RÊBER APO YÊ DESTPÊKÊ

Heval Riza Altûn yek ji hevalên Rêber Apo yên destpêkê bû û bi rêya hevalê Kemal Pîr Rêber Apo nas kir, heta kêliya xwe ya dawî girêdayî Rêber Apo bû û têkoşîna xwe domand. Ew şopdarekî mezin ê Apoyî bû ku her tim xwe bi pêş dixist û li ku derê pêwîstî pê hebûya, amade bû. Her tim aniye ziman ku ew jiyan, têkoşîn, berxwedan û serkeftinê ji dayika xwe ya leheng hîn bûye.

Hevrê Fûat û Hevrê Riza her tim jiyana xwe li ser bingeha têkiliyeke sosyalîst a bi jinê re esas digirtin. Ew bi hişmendiya di mirovbûnê de israrkirin di sosyalîzmê de israrkirine tevgeriyan û di heman demê de rastiya serdema sosyalîzmê jiyan û dan jiyîn. Bi gotina, 'Her tişt biguhere jî Apoyî mayînde ye' her tim xwe weke Apoyî dan naskirin. Ew di fikir, zikir û çalakiyên xwe de bûn yek. Bi rengekî azad fikirîn, bêy tirs axivîn û bi qasî ku axivîn jî pratîk kirin. Ew zanayên hemdem ên çiya û Kurdistanê ne.

BANGA PARASTINA MÎRATEYA WAN HAT KIRIN

Hevrê Fûat û Hevrê Riza ji bo dîtina mifteyên ku di komkujiya Dersimê de ya li çiyayên herî serhildêr bibînin, dest bi meşê kirin. Em îro bi hêsanî dikarin bibêjin ku mifteyên hatine windakirin hatin dîtin û êdî ne tenê deriyê çiyayên Dersimê ew gihiştine wê hêzê ku hemû deriyên bedew vekin. Tevgera me ya azadiyê ku partiyeke şehîdan e, bi ked û nirxên ji aliyê van hevrêyên hêja ve hatine avakirin, nemir bûye. Meşa li ser şopa van hevrêyan, bûyîna Apoyîyên mîna wan, berpirsyariya herî mezin a me hevrêyan, ciwanan, jinan û gelê me yê hêja yê welatparêz e. Hevrê Fûat û Hevrê Riza bi jiyan û girêdana xwe ya bi xeta Apoyî re ruh û rêbaza têkoşînê ya dema nû derxistin pêş. Ji bo ku em her tim weke Apoyî têbikoşin û van rêgezan bidin jiyîn, wan peywireke mezin daniye pêşiya me.

Li ser vê bingehê em careke din di şexsê hevrê Hakî Karer, Hevrê Fûat û Hevrê Riza de hemû şehîdên xwe yên meha Gulanê bi hurmet, hezkirin û minetdarî bibîr tînin. Em bang li tevahiya gelê xwe, bi taybetî jî li jin û ciwanan dikin ku van hevrêyan nas bikin û xwedî li mîrateyên ku wan ava kirine derkevin û xurt bikin."