Rêwîtiya ber bi Amarayê ve: Meşa me wê heta serketinê dewam bike

Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr anî ziman ku wê li Amarayê hem tecrîdê hem jî komployê şermezar bikin û got, "Têkoşîn û berxwedana me wê heta serketinê dewam bike."

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 1'ê Sibatê de li Wan û Qersê destpê kir, di roja 14'an de ye. Baskê meşê yê gihîşt Rihayê li vê derê ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Girseya gel tevî zext û êrîşa polîsan jî meşiya û berê xwe da Amarayê. Di 15'ê Sibatê de wê işaret bi komploya navneteweyî bê kirin û meş li vê derê bi dawî bibe.

Ji meşvanan Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr li ser meşê axivî.

Necla Demîr bi bîr xist ku baskekî meşê ji 37 kesan, baskek jî ji 38 kesan pêk tê û got, "Em bi giştî 75 kes in, bi 75 kesan dest bi vê meşê kir ku taybetmendiyeke vê hejmarê heye. Ji bo xatirê 75 saliya Birêz Ocalan e. Meşa me bi coş û kelecan destpê kir, 14 roj in bi coş û kelecaneke mezin dewam dike. Bi taybetî li her deverê me ji gel hêz û moraleke mezin wergirt. Bi vê hêz û moralê em meşiyan. Doh li Amedê bûn, li vê derê jî girseyeke mezin em pêşwazî kir. Li gel zext û qedexeya walîtî û emniyetê jî me tevî girseyê biryardariyeke mezin nîşan dan û meşa xwe pêk anîn. Em ê xwe bigihînin Amarayê û ji bo şermezarkirina komployê me plan kir ku meşa xwe di 15'ê Sibatê de li Amarayê bi dawî bikin."

'GELAN DIKIŞÎNIN NAVA TARÎTIYÊ'

Necla Demîr ragihand ku wan bi tevlîbûneke gelekî xurt enerjiyek afirandin û li navenda Rihayê û navçeyên wê gel bi xurtî xwedî li meşê derket. Demîr got, "Vê meşê ji bo şikandina tecrîda li ser tevahiya civakê gaveke mezin avêt. Di polîtîkaya giştî ya 100 salî ya li Tirkiyeyê de tevî komkujiyên sor, komkujiyeke spî jî heye. Di nava 10 salên dawî de ew komkujiyên spî zêde kirin ku ev yek li ser gel bû sedema zexteke giran. Beriya her tiştî ji bo şikandina vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Ne tenê gelê Kurd gelên din hemû ber bi tarîtiyê ve têne kişandin. Ev yek li her qada jiyanê tê dîtin. Ji aboriyê heta bi jiyana çandî rewşeke nediyar heye. Ev yek jî li nava civakê dibe sedema bêhêvîtî û bêçareseriyê. Ji koçkirina ciwanan a ber bi derveyî welat heta bi komkujiyên jinan ên her roj rû didin, em encamên tecrîdê dibînin."

'MEŞA ME HETA SERKETINÊ WÊ DEWAM BIKE'

Necla Demîr destnîşan kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de tecrîd heye û got, "Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Li vî welatî jinbûyîn pirsgirêk e, baweriya ji oleke cuda, mînak Elewîbûyîn pirsgirêk e, ciwanbûyîn pirsgirêk e, bûyîna ji nasnameyeke cuda ya etnîkî pirsgirêk e, karkerbûyîn pirsgirêk e, yanî li vî welatî heta ku hûn ne ji desthilatdariyê bin, ji kîjan nasnameyê dibin bila bibin hûn bi pirsgirêkan re rû bi rû tên. Lê belê yên ku herî zêde bi pirsgirêkan re rû bi rû dibin, keda wan nayê dîtin, hebûna wan tune tê hesibandin jin in. Siyaset, dadgerî û polîtîkaya dijminane ya li dijî jinan di nava deh salên dawî de gelekî zêde bû. Ji ber vê yekê jî rakirina tecrîdê ji bo jinan bi çar, pênc qatî girîng e. Niha li vir 3 armancên me yên bingehîn hene. Şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, afirandina şert û mercên azadiya wî ya fîzîkî û afirandina rêyên diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Ji bo van her sê mijarên bingehîn me dest bi meş û çalakiyan kirin. Ev meşa me li her derê veguherî xelekeke mezin. Bandora pinpinîkê afirand. Destpêkê li girtîgehan greveke birçîbûnê destpê kir, piştre dayikan dest bi Nobeda Edaletê kirin û me jî dest bi meşê kirin. Heta ku çalakiyên me, meşên me bi serketinê tacrîdar bibin wê têkoşîna me, berxwedana me dewam bike."