Operasyonên qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin gelek kes hatin binçavkirin.

Li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Dayikên Aştiyê û endamên Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Rihayê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Mehmet Aslan û endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Îzzek Karadag hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehate hînbûn.

MÊRDÎN

Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Dayika Aştiyê Perîhan Altûg a 72 salî jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Stewrê jî rêveberê DEM Partiyê Mubarek Guneş hate binçavkirin. 
 
DERSÎM

Li Dersîmê Dêrsimê jî serê sibehê bi ser malan de hate girtin û Besîme Gok, Leyla Arslan, Nacî Genç, Yûsûf Olmez Û Nacî Yalmaç hatin binçavkirin. Hate zanîn ku Sevîm Saglam û lawê wê Ozer Laçîn jî hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.