Meşa Azadiyê li Xelfetiyê ye: Yekane rê azadiya Abdullah Ocalan e

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku di 1'ê Sibatê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kir, di roja 15'an de gihîşt Xelfetiyê.

'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 1’ê Sibatê de hate destpêkirin piştî 15 rojan gihişt ser axa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye. 

Xelkê Xelfetiyê bi pankarta bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine warê hilatina rojê" meşvan pêşwazî kir û dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Bimire komploya 15'ê Sibatê" qîriya.

Meşvanên gihîştin ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek dan.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar spasiya her kesî kir ên ku di dema meşê de piştgiriya wan kirin. Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Ne tenê em meşiyan, bi hezaran, bi milyonan mirov meşiyan."

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bang li dewletê kir û got, "Kurdan ti carî serî netewandin, wê ti carî serî netewînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê her kes hêza xwe bike yek. Pirsgirêka Kurd rastiyeke ku divê bê çareserkirin Em ji yên ku di şer de israr dikin dibêjin; yekane rêya ku vê pirsgirêkê dikare çareser bike azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e."

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dawiya axaftina xwe de got, "Kurdan li dijî DAÎŞ'ê ku ji aliyê hêzên hegemon ên komploger ve hate avakirin, têkoşîneke mezin meşandin. Kurdan, jinên Kurd li Rojava deriyê paradîgmayeke nû vekirin. Divê paradîgmaya Birêz Ocalan li vê cografyayê jî bi cih bê anîn. Em ê vê meşê biqedînin, lê belê heta ku dengê Birêz Ocalan bigihêje her kesî û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin em ê têbikoşin. Em spasiya her kesî dikin ên ku di dema meşê de ked dan."

Piştî daxuyaniyê meşvanan berê xwe dan gundê Amara ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bû.