Ayten Kordû li Licikê axivî: Berpirsyarê sûcê li vê derê desthilatdarî ye

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû li Licikê daxuyanî da û xwest, kargehên madenê yên zerarê didin tenduristiya gel bêne girtin û got, "Li vê derê sûcek hate kirin û berpirsyarê siyasî yê vî sûcî jî desthilatdarî ye."

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Dersîmê Ayten Kordû û  endamên Platforma Hawirdorê ya Meletiyê, li navçeya Licikê ya Erzînganê ku di 13’ê sibatê de li madena zêr hezaz çêbûbû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî karesata madenê û sûcê ekokirimê dengê xwe derdixînin, bila madena zêr a Licikê bê girtin” û dovîzên “Siyanûr dikuje” û “Firat ji zêr biqîmettir e” hatin hilgirtin.

Kordû, ji ewil bertek nîşanî astengkirina wan a ketina navçeyê da û ev tişt anî ziman: “Li vir ekoqirimek heye. Li vir sûc hatiye klrin û ev sûc ê desthilatdariya siyasî ye. Li kîjan devera welêt dibe bila bibe divê madenên siyanûrê demildest bên girtin. Madenên siyanûrê hem zirarê didin tenduristiya gel hem jî rê li ber karesatan vedikin. Em îro li Anagolê jî karesatekê dijîn.”

Kordû, diyar kir ku karesata heyî dê heta Kendava Basrayê rê li ber karesatê veke û wiha bi dawî kir: “Rêxistinên pîşeyî dibêjin bê ka ev maden dê rê li ber texrîbatên çiqas demdirêj veke. Em dixwazin maden were girtin. Ji ber ku tevdîr nehatin girtin lewma rê li ber karesata xwezayî vekir. Wê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Di serî de madenên siyanûrê, divê tevahiya madenên zirarê didin tenduristiya me bên girtin.”

Kordû û şandeya pê re piştî axaftinê bi şêniyên navçeyê re hevdîtin kirin.