DEM Partiyê strana xwe ya ji bo hilbiljartinên xwecihî da nasandin

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) strana xwe ya hilbijartinê da nasandin.

Strana "Serfiraz ji bo DEM Partî" bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî ji aliyê Omer Barasi û Erol Şaybak ve hate nivîsandin.

Stran ji aliyê Hozan Comerd ve hate xwendin.

KURMANCÎ

Rizgariya bajaran e

Va em hatin DEM bihar e

Mohra jin û ciwanan e

Pêkanîna xeyalan e

DEM hilat û hat meydanê

Geş kir agrê berxwedanê

Bi deng û rengê xwezayê

Xweş kir govenda jiyanê

 

KIRMANCKÎ

 

Vila binê horîsan o

Kila çimê xezalan o

Hêvîya deşt û koyan o

Wurzê xo ser Dem wisar o

Cinî, camêrd û xortî

Zerrî polad û pêtî

Şarî benî serdestî

Serfiraz bo DEM Partî