BI DÎMEN

Ciwan bi biryar in ku polîtîkayên şerê taybet têk bibin

Serhat Yildirim ê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê diyar kir ku ew bi biryar in polîtîkayên şerê taybet ên li ser ciwanên Kurdistanê yên desthilatdariya AKP û MHP'ê têk bibin.

Serhat Yildirim ê endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê got: ‘’Em weke ciwanan xwe perwerde û bi rêxistin bikin û tim li qadan di nava têkoşînê de cih bigirin.’’  Yildirim diyar ku ew weke ciwanan li dijî ferzkirinên weke birçîbûn, xizanî, tiryak û destdirêjiyê di nava tekoşîneke mezin de ne.’’

Serhat Yildirim derbarê polîtîkayên şerê taybet de yên li ser ciwanên Kurdistanê yên desthilatdariya AKP û MHP'ê ji ANF’ê re axivî û got: ‘’Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dixwaze mejiyê ciwanan pûç bike. Bi sîstema ku ava kirine, dixwazin van polîtîkayan bimeşînin. Armanc dikin ku weke dixwazin rê bidin jiyana ciwanan û wan bixin di bin kontrola xwe de. Ev yek  polîtîkayên desthilatdariyê yên şerê taybet in. Hemû qadên me yên çand, huner û hemû qadên aktîvîteyan ku me weke ciwanên Kurdistanê ava kirine, talan dike û wan digire. Li gel vê yekê li ser ciwanan zextên cidî yên derûnî ferz dikin.’’

JI ZANIST Û PERWERDEHIYÊ DÛR DIXIN

Serhat Yildirim anî ziman ku desthilatdar ciwanan ji zanist û perwerdehiyê dûr dixe û mifredata xwe li wan ferz dike û got: ‘’Desthilatdarî dixwaze bi şêwaza perwerdehiya xwe ciwanan kontrol bike û wan bi rê ve bibe. Li hemberî van polîtîkayan jî ciwan xwedî şêwejiyan û helwesteke rast in. Em weke ciwanên Kurdistanê di perwerdehî û birêxistinbûnê de bi israr in. Bi salan e em bi zextên ku ji çand û çalakiyên me re asteng in, rû bi rû ne. Li dijî vê yekê jî em ciwan bi awayekî hişyar li ber xwe didin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê naxwaze ciwan hişyar û zana bin û xwe bi pêş ve bibin. Dixwaze bi zext û zorê  ciwanan  dejenere bike û wan bê nasname bihêle. Em di têkoşînê de  bi israr in. Heya ku em civaka xwe û ciwanan azad nekin, em dev ji tekoşîna xwe bernadin.’’

DESTHILATDARÎ JI CIWANAN DITIRSE

Yildirim destnîşan kir ku di navbera polîtîkayên şerê taybet yên weke fuhûş, tiryak û sîxurîkirinê de girêdanek heye û got: ‘’ Desthilatdarî armanc dike ku ciwanan bi mejiyeke tiral kontrol bike û wan bi rê ve bibe. Naxwaze ciwan li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û zana bin. Pergala qirêj li dijî ciwanên Kurdistanê polîtîkayên şer ên giran ên weke birçîbûn, xizanî, tiryak û fuhûşê dimeşîne û li wan ferz dike. Em weke ciwanên DEM Partiyê, tim li dijî van polîtîkayan têdikoşin û dixebitin. Li dijî ciwanan bi rastî jî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê hene. Hikûmet li ciwanan tiryakê ferz dike û naxwaze xwe birêxistin bikin. Em baş dibînin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê gelekî ji ciwanan ditirse.’’

BIRÊXISTINBÛN Û TÊKOŞÎN

Serhat Yildirim anî ziman ku ew weke Meclisa Ciwanên DEM Partiyê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariyê li ber xwe didin û axaftinan xwe wiha bi dawî kir: ‘’Em weke ciwan tim vê yekê tînin ziman; Em xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin, zana bin û tim li qadan bin û li ber xwe bidin. Li dijî polîtîkayên hikûmetê yên weke dejenerekirin û asîmîlasyonê, em di nava têkoşîneke mezin de ne. Em bi biryar in ku polîtîkayên şerê taybet ên li ser me ciwanan tên ferzkirin, têk bibin. Em dê tekoşîna li her kolan,cade, tax û navçeyê bidomînin. Em jiyana qirêj a ku hikûmet li ser me ferz dike, qebûl nakin. Li dijî vê jiyana qirêj em têkoşîna birêxistî esas digirin. Em weke Meclisa Ciwanan bangî li hemî ciwanan dikin ku li ber xwe bidin û xwe birêxistin bikin. Em li her derê ne, tevlî me bibin.’’