Xelkê Mexmûrê li qadan e: Azadî ji Rêber Apo re!

Xelkê Mexmûrê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî komployê meşiya.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê bi meşekî girseyî şermezar kirin.

Di saetên sibehê de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi şîara ‘Kesek nikare roja me tarî bike’ komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî şermezar kirin.

Bi kombûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest bi meşekî girseyî hat kirin. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YJA-Star, wêneyên şehîdan, her wiha dovîzên ku bi nivîsa ‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’, ‘Bi ruhê berxwedana zindanan azadiya Rêbertî mîsoger bikin’, ‘ji Rêber Apo re azadî ji gelê Kurd re çareseriya siyasî’, ‘Bi ruhê çalakiya Girê Hekarî emê Rêber Apo azad bikin’ hatin hilgirtin. Her wiha di nava meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Kesek nikare roja me tarî bike’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Îmralî’ hatin qêrîn. Meş ji ber avahiya Malbatên Şehîdan heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Piştî ku meş gehîşt ber avahiya NY li wêderê daxuyaniyek ji aliyê Endamê Rêveberiya Meclîsa Gel Bêwar Unver hat dayîn.

Bêwar Unver di axaftina xwe de anî ziman ku di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê giladyo, NATO ku serkêşiya wan Emerîka, Îsraîl û Îngilîstan dikirin, gelek welatên Ewropayê, bi taybet xeta xiyanetê jî di nav de li ser Rêber Ocalan kompoloyek reş pêkanîn û wiha got: “Bê gûman dema em temaşe dikin hatina ev qas hêzên zilhêzên cîhanê, hêzên Ewropa û hinek hêzên herêmî pêkanîna komployek bi vî awayî mirov baş fêhm dike ku ev komplo ne komployek ji rêzê ye. Dema em li dîrokê jî meyze dikin gelek caran hêzên giladyo, hêzên NATO û hêzên emperyalîst ji bo plan û projeyên xwe bibin serî, astengiyên li pêşiya xwe heyî hewl dane bi fîzîkî û rewanî ji holê rabikin. Îro em dibînin li Rojhilata Navîn li giştî cîhanê, modernîteya kapîtalîst, sîstema xwînmij ya ku serkêşiya wê hêzên hegemon yên cîhanê dikin, hewl dane jiyana civakê û gelan tarî bikin. Rojhilata Navîn xistine qadek ya şer, ji ber wê Rêber Apo jî piştî ku dîl hat girtin, li ser komployê nirxandinên pir berfireh kir, anî ziman ku li Rojhilata Navîn, fikir û ramanên wî li hemberî projeyên mezin yên Rojhlata Navîn, li hemberî destpêkirinan şerê cîhanê yê siyemîn astengiyek bû. Lewma ev hêzên ku em qala wan dikin pêwîstî bi komployek wisa reş dîtin ku li ser Rêber Apo pêkbînin. Bi vê komployê peyamek dan gelê Kurd û gelên azadîxwazên cîhanê, gotin ku emê nehêlin hûn wek gelê Kurd bi Rêbertiyek azad re jiyan bikin, emê ti carî mafê çand, ziman û hebûnê ji were nehêlin. Lê Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana xwe ya 25 salan a di nava grava Îmralî de bi fikir, raman, hest û pêşxistina pergala Konfederalîzma Demokratîk beşekî mezin yê komployê vala derxist.”

Bêwar Unver di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêşengtî ji gelek çalakiyan re kirine û got: “Wek xelkê wargehê emê jî bi çalakiyên cûr be cûr li rola xwe rabin û li hemberî rewşa heyî bibin bersiv. Teqez emê bi vî awayî bikarin li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk, pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê heyî rawestin. Li ser vî bingehî em dibêjin wê komploger têk biçin, azadî wê ya gelê Kurd be û wê teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi cih were.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.