BI DÎMEN

Gerîlayên HPG û YJA Starê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me

Gerîlayên HPG û YJA Starê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivîn û gotin: “Bi raman û felsefeya Rêber Apo komplo vala hat derxistin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo soza me.”

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku starta wê di 9’ê Cotmeha 1998’an de hate dayîn û di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam kir, kete sala 26'an. Komplogeran di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwestin Tevgera Azadiyê tune bikin. Lê belê ji ber ku Tevgera Azadiyê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye avakirin heta niha xwe li ser piya girtiye û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin. 

Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de axivîn û nirxandinên girîng kirin.

‘RAMANÊN RÊBER APO TEVAHIYA NETEWEYAN VEDIHEWÎNE’

Gerîlayê HPG’ê Yilmaz Xerzan anî ziman ku 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojek bi êş û roj e û wiha got: “15’ê Sibatê ji bo dîroka Kurdan rojeke bi êşe, ji ber di vê rojê de li ser Rêber Apo Komployeke Navneteweyî pêkhat. Di dîrokê de Rêberekî weke Rêber Apo derneketiye, Rêber Apo hem şerê fikrî, zihnî û birdozî dike. Di cîhanê de ev cara yekem e ku fikreke wiha derdikeve holê, ew jî bi saya Rêber Apo ye. Komploya ku îro li ser Rêber Apo çêbûye, bi plana dewletan bû, ji ber ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsiyan. Ji ber ku ramanên Rêber Apo azadiya hemû netewan digirt nava xwe. Plana destpêkê ya li ser Rêber Apo komplo bû, îro jî dewama wê dikin hîn ev komplo bi dawî nebûye. Ev jî bi rêya tecrîda giran û cezayên disiplînê dewam dikin.”

‘BI RAMANÊN RÊBER APO EM LI HEMBERÎ DAGIRKERAN ŞER DIKIN’

Gerîla HPG’ê Serdem Amanos jî da zanîn ku bi komployê di şexsê Rêber Apo de xwestin Kurdan tune bikin û got: “Ji ber ku ramanên Rêber Apo dawiyê li desthilatdariya wan tîne û civakê azad dike. Di roja îro de li hember pergala dewleta Tirk, tevahî cîhan ji bo Rêber Apo li ser piyan e. Ew dixwazin carek din gelê Kurd di qirkirinê re derbaskin, lê belê em weke gerîla li ser bingeha ramanên Rêber Apo li hember dagirkeriyê şer dikin ji bo azadiya gelan têdikoşin û em tu carî gav paş de navêjin. Hewildanên me jî ev e ku em bikaribin hîn zêdetir di nav vê şoreşê de cihê xwe bigrin, ji bo em tekoşîneke xurtir bidin meşandin. Eger îro di çeperên şer de gerîla li ber xwe dide, şer dikin û dibin fedaî xwe feda dikin ev bi saya ramanên Rêber Apo ye. Em ê vê berxwedanê bidomînin û teqez serkeftinê bi dest bixin, Rêber APO fîzîkî rizgar bikin civaka xwe azad bikn. 

Soza me jî ev e, em ê tola her hevalekî xwe yê şehîd rakin û em ê heta dawiyê li hember dagirkeriyê şer bikin. Û em soza serketinê didin.’’

‘RAMANÊN RÊBER APO KOMPLO PÛÇ KIR’

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Arjîn jî axivî û komplo û komlogeran nalet kir û ev tişt got: “Hêrs û kîna me mezine li hember vê komployê. Dijmin tecrîdeke giran li ser Rêber Apo ferzkiriye. Di vê salê de ji bo azadiya Rêber Apo em ê tekoşîn û şerekî bê hempa bikin. Tiştê ku Rêber Apo ji me dixwaze jî ew e ku em şerekî xurt bidin meşandin û azadiyê bi dest bixin. Azadî jî di şexsê Rêber Apo de gengaz e. Ev jî dihêle ku tekoşîna ku em di vê pêvajoyê de didin meşandin wê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan. Em weke gerîlayên Kurdistanê bi Rêbertiya xwe ve girêdayî ne. Dijmin her di şexsê jinê de civak û welatê me kolekir, em ê jî di şexsê jinê de azadiya fîzîkî yê Rêber Apo mîsoger bikin. Her roj hêrs û kîna me mezin dibe, bi vê re jî em têkoşînê jî xurtir dikin.”

‘WÊ KOPLOGER TU CARÊ NEGIHIN ARMANCA XWE’

Gerîlayê HPG’ê Orhan Hesret jî wiha got: “Heta komplo bi dawî nebe em ê her dem tekoşîna xwe dewamkin. Destpêkê em vê komployê şermezar dikin û vê yekê tu carî qebûl nakin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ve azad e. Ji ber ku îro cîhan bi fikir û felsefeya Rêber Apo nîqaş dike. Koplogeran encam negirtiye û dixwazin bi tecrîd û êrîşa li ser gelê me encamê bigrin. Lê wê tu carê negihin armanca xwe. Ji ber ku em gerîla şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne.’’

‘RÊBER APO JI BO GELAN LI BER XWE DIDE’

Gerîlayê HPG’ê Orhan Hesret ê Ereb jî wiha got: “Ez weke ciwanekî Ereb ji bo azadiya Rêber Apo tevlî nava refên gerîla bûm. Ji ber ku fikir û ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo gelê Ereb û tevahiya gelên azadîxwaz in. Niha Rêber Apo ji bo azadiya tevahî gelan li Îmraliyê li ber xwe dide. Hêza ku niha gerîla pê şer dike, hêz û baweriya Rêber Apo ye.’’

Di dawiya axaftina xwe de gerîla Orhan Hesret, got: “Li ku derê gerîla bixwaze dikare çalakiyên serkeftî bike. Ev hêz û baweriya ku gerîla ji Rêber Apo girtiye bûye bingeha şerkerî û pêşve çûyina gerîla. Dewleta Tirk ya dagirker di fikirî ku gerîla nikarin çalakiyan bikin, bila bînin li bîra xwe ku çawa Şehîd Ruken û Şehîd Zelal li nava Mêrsînê çalakiya fedaî kirin. Ev tê wê wateyê ku gerîla kengî li ku derê bixwaze dikare çalakiyên serkeftî bikin. Ev şer û berxwedaniya ku niha tê meşandin berdewamiya berxwedana Rêber Apo ye. Ne tenê li çiya li tevahî Kurdistanê em ê serketinê misoger bikin.”